Yehya Resûl: Em niha li dijî DAIŞê tenê şerê îstixbaratî dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê diyar kir ku şiyana DAIŞê ya rûbirûbûna hêzên Iraqê nemaye û tiştê ku niha heye tenê şerê îstixbaratî ye.

 

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Emîd Yehya Resûl beşdarî bernameya Mijar a Radyoya Rûdawê bû û ragihand: “Liv û tevgerên DAIŞê li çiyayê Hemrîn û deverên biyaban heye, hêzên Iraqê jî bi rêya daketina esmanî hejmareke mezin a çekdarên DAIŞê ji nav birine û çekdarên ku mane jî, hatine dorpêçkirin.”

 

Yehya Resûl herwih eşkere kir: “Ti artêşeke cîhanê nikare bilindahiyên Hemrînê kontrol bike, lê hêdî bi hêdî bi hevkariya hêzên esmanî û çekên giran, em li dijî wan operasyon dikin, tiştê ku niha heye, şerê îstixbaratî ye.”