Li Mexmûrê hêzên Iraqê teqe li çend xortên Kurd kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Polîsê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên Iraqê li nava bazarê teqe li çend welatiyên Kurd kirine û bi bê sedemê kesek birîndar bûye.

 

Rêveberê Polîsê Mexmûrê Ehmed Heyder got, şeva derbasbûyî demjimêr 10 û nîv, li nava bazara Mexmûrê hêzên Îraqî şerekî devkî bi çend welatiyên Kurd re kirine û di encamê de teqe li wan kirine û welatiyek birîndar bûye.

 

Ehmed Heyder derbarê sedema bûyerê de diyar kir, ji ber ku çend xortên Kurd li nav bazara Mexmûrê otomobîla xwe li ser cadeyê rawestandibûn û amade nebûn ku li ser daxwaza hêzên Iraqê otomobîla xwe bidin alî, ev alozî derketiye.

 

Rêveberê Polîsê Mexmûrê dibêje: Gelek gulle hatin avêtin, lê hêzên polîs rewş kontrol kirin û rewş niha li Mexmûrê aram e.

 

Ehmed Heyder destnîşan kir, li ser bûyera duh şev, hêzên Iraqê 10 heya 15 kes desteser kirine.