Asayîşa Hewlêrê: Kuştina rêveberê Komîsyona Hilbijartinan ne ji ber sedemên siyasî ye

29-04-2018
RÛDAW
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed
Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed
Nîşan Asayîş Hewlêr Faris Mihemed YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand, ku kuştina Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed ne ji ber sedemên siyasî bûye.

 

Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî îro li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de encamên lêkolîna li ser bûyera kuştina Faris Mihemed ji raya giştî re parve kir.

 

Tariq Nûrî da xuyakirin, piştî lêkolînan eşkere bûye, ku ev bûyer ne ji ber sedemên siyasî lê ji ber sedemeke civakî bûye.

 

Tariq Nûrî da zanîn, herdu malbatên ku navên wan di nav bûyerê de derbas dibe, alîgirên YNKê ne û berê endamê malbatekî ji aliyê malbata din ve hatiye kuştin û ev êrîş jî ji bo tolhildanê hatiye kirin.

 

Bi gotina Tariq Nûrî 3 kes tevlî vê êrîş bûne û paşî ew kes revîne derveyî Hewlêrê.

 

Rêveberê Asayîşa Hewlêrê da zanîn ku navê 2 kujeran hatiye eşkere kirin û navên wan Faruq Xazî û Huner Ebdulkerîm e, nasnameya kujerê sêyemîn jî hê nehatiye destnîşankirin.

 

Roja 24ê Nîsanê li Hewlêrê, li ber Family Mall di nav otomobîlekê de teqe li Rêveberê Giştî yê Fermangeha Kargêrî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Faris Mihemed hat kirin û jiyana xwe ji dest da.

 

Li gor medyaya YNKê, Faris Mihemed peşmergeyê dêrîn ê wê partiyê bûye.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst