EFRÎN - Rûdaw dîmenên herî nû yên Şiyê belav dike

29-04-2018
RÛDAW
Herêma Efrînê bajarokê Şiyê
Herêma Efrînê bajarokê Şiyê
Nîşan Efrîn Şiyê Dîmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şiyê yek ji bajarokên Efrînê ye ku piştî êrişên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê bo ser Efrînê, ket bin destê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê.

 

Li bajarokê Şiyê zêdetirî hezar mal hene. Heta niha nêzîkî %50ê xelkê wî bajarokî aware bûne û hêj venegeriyane ser mal û halê xwe.

 

Li gor dîmenên vîdeoyekê ku bi ji Rûdawê re hatiye şandin, wêraniyeke mezin li Şiyê derketiye holê, cade û kolan vala ne, ji bilî tank û wesayîtên leşkerî ti hatûçûnek nayê dîtin.

 

Efrîn devereke çiyayî ye û rûbera wê nêzîkî 3 hezar û 85 kîlometre çargoşe ye, ango %2ê axa Sûriyê pêk tîne. Ji aliyê erdnîgariyê ve ji deverên din ên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku li gel Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) hevsînor in, cuda bûye.

 

Herêma Efrînê ji 7 bajarokan pêk tê ku ew jî; Bilbilê, Cindirês, Raco, Şera, Şiyê, Mabata û bajarokê navenda Efrînê ye.

 

Du meh piştî êrişên Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ku di 20ê Çileya 2018an dest pê kir, roja 18ê Adarê şervanên YPG û YPJ ji Efrînê vekişiyan û Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ketin nav bajarê Efrînê û kontrolkirina temamê herêmê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst