Yekem jina wênegir a Başûrê Kurdistanê

Duhok (Rûdaw) – Helat Yasîn li Başûrê Kurdistanê yekem jin e ku di sala 1991an de dest bi karê wênegiriyê kiriye û herwiha yekem jin e ku li devera Nihêl li zanîngehê xwendiye.

 

Helat Yasîn di sala 1968an de li Duhokê jidayîk bûye. Piştî raperîna sala 1991ê dest bi wênegiriyê kiriye. Wêneyên wê di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.

 

Niha Helat Yasîn li Almanyayê dijî û diya çar zarokan e. Piştî 20 salan Helat vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

Helat niha jî li Başûrê Kurdistanê li gelek cihên geştûgeriyê digere û wêneyên wan dikşîne. Lê wêneyên vê carê tenê ji bo bîranînê ne.

 

Jivan Yasîn ku xwişka Helat Yasîn e û bi birayekî wan ê din, bi hev re li ser ragihandinê xebitîne, sedema xebata wê ya di wî warî de diyar kir, ku Helat xwestiye piştgiriya bavê xwe bike.