ORMIYE - Kurd ditirsin ku Azerî saxtekariyê di hilbijartinan de bikin

29-04-2016
RÛDAW
Nîşan Ormiye Kurd Rojhilatê Kurdistan Hilbijartin Azerî
A+ A-

Ormiye (Rûdaw) – Çalakvanên Kurd li bajarê Ormiyê dibêjin, welatiyên Kurd ên Ormiyê ji ber egera saxtekariyên di hilbijartinan de bi qazancê namzedên Azerî dilgiranin.

 

Îro gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê bo diyarkirina çarenivîsa 68 kusiyên parlamentoyê li çend parêzgeh û bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê birêveçûn.

 

Yek ji bajar û navendên sereke yên hilbijartinan li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Li bajarê Ormiyê 2 namzedên Kurd û 2 namzedên Azerî di gera duyem a hilbijartinan bo bi dest xistina 2 kursiyên mayî yên Ormiyê kêberiyê dikin.

 

Ligel destpêkirina û birêveçûna proseya dengdanê li Ormiyê, çalakvanên Kurd ragihandin, ku welatiyên Kurd ji wê yekê dilgiranin ku di hilbijartinan de bi qazancê namzedên Azerî saxtekarî bên kirin.

 

Li gor gotina hejmarek çalakvanên sivîl, di nav bajarê Ormiyê de hejmareke zêde ya welatî û dengderên Azerî yên ji bajarê Tewrêz (Tebrîz) û Nexede tên dîtin û li Ormiyê beşdarî di hilbijartinan de kirine û dengê xwe dane namzedên Azerî.

 

Li gor wêneyên ku gihîştine destê Tora Medyayî ya Rûdawê, rêjeya otomobîlên ku bi hejmarên bajarê Tewrêz û Nexedeyê di roja hilbijartinan de li Ormiyê hatin dîtin, gelek zêde bûye.

 

Otomobîlên ku plaka wan hejmara bajarên Tewrêz û Nexede bûne, li nêzîkî binkeyên dengdanê hatine dîtin.

 

Çalakvanên Kurd dibêjin: Ji be rku piraniya berpirsên bajarê Ormiyê Azerî ne û desthilat di destê wan de ye, egera wê yekê heye ku bi qazanca namzedên Azerî saxtekarî di hilbijartinan de bê kirin.

 

 

Hilbijartinên gera duyem li 43 navendên hilbijartina li Îranê û 12 navendên li Rojhilatê Kurdistanê birêveçûn.

 

Di gera yekem a hilbijartinên Parlamentoya Îranê de ku di 26ê Sibat a îsal de birêveçûn, ji koma 20 kursiyên parlamentoyê çarenivîsa 222 kursiyan di gera yekem de hat diyarkirin û çarenivîsa 68 kursiyan jî ma bû hilbijartinên gera duyem ku îro hat lidarxistin.

 

Biryar bû hilbijartina sat 18:00 li gor dema Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi dawî were, lê belê dema dengdanê bo 3 saetan hatiye dirêjkirin.

 

Berpirsên Komisyona Hilbijartinan a Îranê ragihandine, ku ji ber beşdarbûna rêjeyeke zêde ya xelkê di gera duyem a hilbijartinan, dema dengdanê li çend bajêr û navendên hilbijartinan hatiye dirêjkirin.

  

Hilbijartinên gera duyem li 5 parêzgehên Luristan, Îlam, Kirmaşan, Sine û Ormiye yên Rojhilatê Kurdistanê birêve diçe û giringtirîn navenda hilbijartinan li cem Kurd ku hilbijartina têde birêve diçin, bajarê Ormiyê ye.







Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst