FLAŞ – YNK û PDKê li ser referanduma serxwebûnê lihev kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand, YNK ligel PDKê û partiyên din ên Kurdistanê li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê lihev kiriye.
Malpera fermî ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) PUKmedia ragihand, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar ragihand, ku YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser mijara referanduma bo serxwebûna Kurdistanê lihev kiriye.
Mela Bextiyar li paytextê Fransa bajarê Parîsê di civîneke ligel çend berpirsên pilebilind ên Fransa ragihand, projeya rojava bo dirsutkirina dewleta netewî, projeyên dewletên nasyonalîstî, dewletên olî, dewletên netewî yên li deverên ku bibe dewleta welatîbûnê û xweşderbaskirinê, şikest xwarine.
Mela Bextiyar herwiha got, alternatîva demokrasiyê û îdeolojiya Çep jî ratsî şikestinê hatiye.
Mela Bextiyar di berdewamiya axavtina xwe de amaje bi rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê û îhtîmalên dahatî yên li pêşiya Kurdistanê û Iraqê kir û da xuyakirin: “Eeger Iraq bibe iraqeke demokratîk û federal, destûrê cîbicî bike û arîşeyên xelkê çareser bike, weke Kurd me pirsgirêk ligel Iraqê de nîne.”
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya YNKê herwiha da zanîn: “Lê belê eger sal bi sal rewş xirabtir be, ji mafê Kurd e ku referandumê saz bike.”
Mela Bextiyar behsa lihevkirina navbera YNKê û PDKê derbarê lidarxistina referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Iraqê jî kir û got: “YNK ligel PDKê li ser referandumê lihev kiriye. Herwiha YNKê ligel partiyên din ên Kurdistanê jî li ser heman mijarê lihev kiriye.”