Li nav kampa YPGê de şer derket: 2 kuştî, 1 birîndar

Efrîn (Rûdaw) – Hat zanîn ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di kampeke YPGê de şer derketiye û di encamê de 2 şervan mirine, yek jî birîndar bûye.

Jêderekî ji Asayişa Efrînê ji Rûdawê re got, duh (28ê Nîsanê) bi şev li kampa YPGê ya li gundê Qurt Qulaqê yê Efrînê, şer û pevçûn derket û di encamê de 2 şervan hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Wî jêderî da zanîn, şervanê ku birîndar bûye pasewanê ber deriyê kampê ye.

Li gorî wî jêderî, heta niha nayê zanîn ka ew şer ji ber çi sedemekî derketiye û ti daxuyaniyeke fermî jî li ser wê bûyerê nehatiye dayîn.

Li herêma Efrînê nêzîkî 30 xalên kontrolê û bêtirî 15 serbazgehên YPG û YPJ hene.