72 hotel û restorant li Kurdistanê hatin girtin

29-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Silêmanê (Rûdaw) - Ji ber krîza aborî li Herêma Kurdistanê, heta niha 72 restorant, hotel û mêvanxane li bajarên Kurdistanê hatine girtin. Hinek hotelên pênc stêrkî jî hatine girtin.

 

Li gorî amareke Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan, 4 hezar hotel, motel, restorant û cihên geştyarî li Herêma Kurdistanê hene.

 

Serokê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan Hêriş Ehmed Çawşîn ji Rûdawê re diyar kir ku di hundirê 6 mehên borî de û ji ber krîza aborî, 72 cihên geştyarî hatine girtin, di nav wan de du hotelên pênc stêrkî ku herdu jî li Silêmaniyê ne, lê navê wan eşkere nekir.

 

Li gorî wê amara Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan, ji sedî 60 ji karkerên wan cihan ango dora 2 hezar karkeran, bo malên xwe hatine şandin. Meha Berfanbara borî tevahiya mêvanxane û cihên geştyarî li bajarê Silêmaniyê civiyan û çend pêşniyar derxistin bi mebesta hevkarîkirina wan da rastî ziyanên aborî yên bêhtir neyên. Hefteya borî ev pêşniyar gihîştin wezîrê şaredarî û geştûguzarê.

 

Yek ji giringtirîn daxwazên beşdarên wê civînê daxistina bihayê av û elektrîk û bacê bû, herwiha hêsankirina karê îdarî di dema nûkirina moleta salane ya xwaringeh û mêvanxaneyan de û guhdana bêhtir bi sektora geştyarî.

 

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzarê Nadir Rustî dibêje, çimkî geştûguzar bê sektora taybet nikare berdewam be, lewma ew piştevaniya hemû daxwazên wan cihan dikin: “Bi şertê ku bandorê li ser berjewendiyên giştî yên welatiyan nekin.”

 

Li gorî amara Rêveberiya Giştî ya Geştûguzara Silêmaniyê, 9 hotelên çar stêrkî û 6 hotelên pênc stêrkî li Parêzgeha Silêmaniyê hene ku ji ber krîza aborî yek ji wan hatiye girtin.

 

Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Silêmaniyê Yasîn Feqê Seîd derbarê mêvanxaneyên brand jî got: “Mêvanxaneyeke 4 stêrkî hatiye girtin. Lê kafeterya û restorana wê hîn kar dikin.”

 

Rewşa Dihokê baştir e

 

Rêveberê Giştî yê Geştûguzara Hewlêrê Şêrwan Qadir eşkere kir ku ji ber krîza aborî dora 20 motel û hotelan karê xwe rawestandine, nexasim ên ku avahiyên xwe bi kirê girtibûn: “Niha em tevî şaredarî û parêzgeha Hewlêrê hewl didin pereyên xizmetguzariyê li ser cihên geştyarî kêm bikin.”

 

Lê rewşa Dihokê di vî warî de baştir e. Rêveberê Geştûguzara Dihokê Ubêdellah Dawud got, 2 yan 3 hotel û motelên normal ji ber kêmbûna kar bûne cihê razana xwendekaran.

 

Ji ber şerê DAIŞê, bi deh hezaran penaber li Herêma Kurdistanê hêwirîn, nexasim li bajarê Dihokê. Ubêdellah Dawud got: “Hinek hotel ji hêla penaberan bi kirê hatine girtin.”

 

Şemal Elî ku master di warê geştûguzarê de li Zanîngeha Silêmaniyê bidest xistiye û niha mamosteyê heman zanîngehê ye, dibêje li her welatekî şer û krîza aborî hebe hatina geştyaran ber bi kêmbûnê diçe û cihên geştyarî nikarin karê xwe berdewam bikin: “Lewma hikûmet dikare baceke zêdetir ji cihên geştyarî werbigire. Lê dema geştyarî kêm bibe, divê hikûmet ji sedî 25 ji bacan kêm bike da cihên geştyarî neyên girtin.”

 

Piştîwan Cemal

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst