Li Kobanî ‘Dibistana Qeladizê’ tê avakirin

Silêmanî (Rûdaw) – Komek xelkê bajarokê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê dibistanekê li bajarê Kobanî ava dikin.

 

Rêveberê Karûbarên Koç û Koçberan li bajarê Silêmaniyê Osman Mistefa ji Rûdawê re got, piştî ku daxuyaniyeke min di beşa înglîzî ya Portala Rûdawê de hat belavkirin komek xelkê bajarokê Qeladizê ku li derveyî welêt dijîn, dest bi komkirina pere kirine ji bo ku li bajarê Kobanî dibistanekê çêbikin.

 

Osman Mistefa anî ziman ku hinek kesên biyanî jî alîkarî dane û got, destpêka meha Gulana îsal ew pereyê ku hatiye komkirin dê bigihê Herêma Kurdistanê û ji vir jî bo Kobanî bê şandin û li wir dibistanek bi wî pereyî were çêkirin.

 

Li gorî agahiyên Mistefa, navê wê dibistanê dê bibe “Qeladizê”.

 

Bajarokê Qeladizê girêdayî bajarê Silêmaniyê ye.

 

Tê zanîn, ji ber şerê DAIŞê bajarê Kobanî û gellek gundên wê devera Rojavayê Kurdistanê bi temamî wêran bûne.