YNKê deng nade desteya serokatiya parlamentoyê

29-04-2014
RÛDAW
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Civîna Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê destpêkir û her ji destpêk de frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew deng nadin desteya serokatiyê.

Parlamenterê frakisyona YNKê Salar Mehmûd peyama frakisyona xwe xwend û tê de ragihand “Dema civînê neguncayî ye û rêkeftin li ser tine ye û ev dikeve xizmeta propagemdaya hilbijartinê de”.

Mehmûd herwiha got “Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ev prose xizmeta yekrêziyê nake, em ji niha de radigihînin ku em deng Nadine vê proseya ne tendurist”.

Pişt re namzedên ji bo serokê parlamentoyê, cîgirê serokê parlamentoyê û sekreterê parlamentoyê destê xwe bilind kirin.

Ji bo posta serokê parlamentoyê, Tevgera Gorran Yûsif Mihemed kire namzed, ji bo cîgirê serokê parlamentoyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ceifer Êmînkî kire namzed.

Ji bo posta sekreterê parlamentoyê 2 kesan xwe kire namzed, yek Fexredîn Qadir ji Komela Îslamî ya Kurdistanê û yê din ji Lîsteya Azadî Ebû Karwan xwe kire namzed.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst