Serokatiya parlamentoyê îro tê hilbijartin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Biryar e îro saet 11ê berî nîvro bi dema Hewlêrê, hemû frakisyonên nav Parlamentoya Kurdistanê bicivin ji bo hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê.

Desteya serokatiya parlamentoyê ji serok, cîgirê serok û sekreterê parlamentoyê pêk tê.

Li gor rêkeftina ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorran de hatiye îmzekirin, serokê parlamentoyê wê ji Gorran be.

Her li gor rêkeftina ku di navbera PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YKN) de hatiye îmzekirin, cîgirê serokê parlamentoyê wê ji PDKê be û sekreter ji YNKê be.

Lê, ji ber ku YNKê hîn biryar nedaye tevlî hikûmetê bibe û daxwaza posta wezareta navxwe dike, hîn posta sekreter û cîgirê serokê parlamentoyê nehatiye yekalîkirin.

PDKê dibêje eger berî hilbijartinan YNKê biryar bide tevlî hikûmetê bibe, ew dê razî be posta cîgirê serokê parlamentoyê ji YNKê re be.

Parlamneterê YNKê Gorran Azad derbarê vê yekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Pirsgirêka me ne di postên parlamentoyê de ye, lê belê di hikûmetê de ye, divê wezareta navxwe ji me re be”.