Şaredarê CHPyî yê Xelfetî Ozdemîr ji partiya xwe veqetiya

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredarê navçeya Xelfetî ya Rihayê li bakûrê Kurdistanê Mehmûd Ozdemîr ku endamê partiya komarî ya gel a Tirkiyê (CHP) ye diyar kir, dê ji CHPê veqete û tevlî BDPê bibe.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, şaredarê Xeleftiyê Mehmûd Ozdemîr ragihand, ji ber ku CHPê xwe tevlî pêvajoya çareserî û aştiyê ya li Tirkiyê nekiriye û guh nedaye dengên kurdan dê ji wê partiyê veqete.

Ozdemîr diyar kir ku gelek caran ji rayedarên CHPê re rapor nivîsandiye û ji wan xwestiye ku xwe telvî pêvajoya çareseriyê bikin û ji AKP û BDPê re bibin alîkar lê qet bersiva wî nedane û guhê xwe ji dengên xelkê deverê re girtine.

Şaredarê Xelfetiyê wiha axivî: “Ev devera ku ez şaredariya wê dikim zêda Abdullah Ocalan e, li vir him tirk heye him jî kurd û hemû jî bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn. CHP di vê pêvajoyê de xwe ji vê deverê dûr girt ji ber ku ditirse dengan wenda bike û guhê xwe nade xelkê vir. Ji ber wê jî ez ji partiya xwe vediqetim.”

Mehmûd Ozdemîr destnîşan kir ku dê tevlî partiya aştî û demokrasiyê (BDP) bibe û li nav wê partiyê de xebata xwe ya siyasî bidomîne.

Tê zanîn rêberê PKKê Abdullah Ocalan li gundê Omera li devera Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye.