
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û berpirsên Nûbiharê\ Wêne: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Nûbiharê li Ameda Bakurê Kurdistanê fitarek da. Di fitarê de gelek nivîskar, akademisyen, weşanger û kesayetên naskirî amade bûn.
Weşanxaneya Nûbiharê ji ber rojiyê li Amedê li holeke taybet a dewatê fitarek da. Gelek nivîskar, weşanger, aktivîst, akademîsyen û kesayetên naskirî tevlî fitarê bûn.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî di fitara Nûbiharê de amade bûn.
Rêveberên Nûbiharê di şevê de axaftin kirin û behsa xebatên Nûbiharê yên ji bo zimanê Kurdî kirin.
Berpirsên Weşanxaneya Nûbiharê her wiha piştgiriya Nûbiharê ya daye pêşvebirina Kurdî û weşangeriya Kurdî jî anîn zimên.
Dogan Hatun jî di fitara Nûbiharê de axaftinek kir.
Hatûn, ji ber xebatên zimanê Kurdî hemû xebatkarên Nûbiharê pîroz kirin û diyar kir ku ew amade ne wekî şaredarî alîkarî û piştgiriyê bidin xebatên li ser zimanê Kurdî.
“Em amade ne xizmeta zimanê Kurdî bikin”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê behsa xebatên Nûbiharê kir û wiha got:
"Hûn dizanin Nûbiharê li ser rastiya ola Îslamê gelek xebat kirine. Li ser zimanê Kurdî xebatên gelek baş kirin.
Em dibînin ku di vê fitarê de jî gelek Kurd anîne ba hevdû. Em jî weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amade ne barê zimanê Kurdî hildin ser milê xwe.
Yên ku em anîne ba hev hezkirina zimanê Kurdî ye. Divê em hemû li vî zimanî xwedî derkevin."
Di fitara Nûbiharê de helbest jî hatin xwendin. Di dawiya bernameyê de kovarên Nûbiharê wekî diyarî li beşdaran hatin belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse