Agirî: Li hinek gundan tenê du demsal tên dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên Extê û Exta Jêrînê yên parêzgeha Agiriyê tenê du demsal tên dîtin.

Li parêzgeha Agiriyê tevî ku dawiya meha Adarê ye barîna berfê berdewam e û malên yek qatî yên welatiyan di bin berfê de mane.

Welatiyên ku ajeldariyê dikin zêdetir rûbirûyê zehmetiyan dibin ku divê ajelên xwe têr bikin.

Ajeldar Atîlla Demîrkaya anî ziman:

“Ev der mala apê min e. Deriyek li paşiyê jî heye û ev derî jî heye. Piranî vî deriyî bi kar tînin lê ji ber berfa zêde deriyê din hatiye girtin.”

Li wir mehên Kanûna Paşînê û Sibatê bi şevan pileya germahiyê dadikeve 30 pileyan bin sifirê û zêdetirî 6 mehan berf li erdê dimîne.

Ajeldar Atîlla Demîrkaya herwiha da zanîn:

“Niha 2 metre berf heye li erdê. Me got em ketin meha Adarê zivistan bi dawî bû lê careke din zivistan vegeriya. 2-3 roj in ba û bager hebû, îro hinekî rawestiya.”

Ji ber şert û mercên zehmet ên zivistanê şêniyên gundên Agiriyê koç dikin û li hinek gundan tenê 2 yan 3 malbat dimînin.

Demsala havînê tenê 3 mehan berdewam dike û piştî wê careke din berf dibare û dibe zivistan.