Li Rojavayê Kurdistanê perwerdeya leşkerî didome: Mezlûm Ebdî jî beşdarî merasîmê bû

29-03-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê 228 efser der çûn/Wêne: Asayişa Rojava
Li Rojavayê Kurdistanê 228 efser der çûn/Wêne: Asayişa Rojava
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Derçûn Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 228 efserên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) der çûn.

Li Rojavayê Kurdistanê, Desteya Parastinê bi berdewamî dewreyên rahênanê ji bo endamên hêzên ewlehiyê vedike.

Di wan dewreyan de, endamên hêzên ewlehiyê fêrî rahênanên leşkerî û siyasî dibin.

Di dewreya sêyemîn a Ewlehiya Hundirîn a Rêveberiya Xweser de 228 efser bi pileya Mulazimê Yekem der çûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî beşdarî merasîmê bû.

“Navçeyên herî ewle yên Rêveberiya Xweser in”

Hevserokê Desteya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Lîwaa Elî Heco got:

“Navçeyên Rêveberiya Xweser ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn wan diparêzin li seranserê welat navçeyên herî ewle û aram dimîn tevî hemû kampanyayên propagandaya medyayî û dijminkariyê ji bo têkdana hemû ew destkeftên ku li bakurrojhilatên Sûriyeyê hatine bidestxistin.”

Dewreya efserên Hêzên Ewlehiya Hundirîn 6 mehan berdewam kir.

Di xulê de efseran waneyên yasayî, leşkerî û hizrî wergirtin.

“Armanca wan parastina ewlehiya civakê, mal û milkê xelkê ye”

Elî Heco wiha pê de çû, “Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê hêzên fermî ne.

Armanca wan parastina ewlehiya civakê, mal û milkê xelkê ye.

Herwiha bicihkirina yasa û rênimayên pêwîst in.

Lewra em vê destkefta we ya mezin pîroz dikin, ji ber we şiyanên hilgirtina berpirsyariyê û wergirtina biryaran bi dest xistiye ji bo pêkanîna peyama şerefmend bi armanca parastina ewlehiyê.”

Di rêûresmên dewreya derçûna efserên Hêzên Ewlehiya Hundirîn de pileya 7 efserên asayişa Rêveberiya Xweser ji bo pileya Lîwatiyê hat bilindkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê yekem dewreya derçûna Hêzên Ewlehiya Hundirîn Sibata 2022yan hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst