Leyla Zana çû ser gora Orhan Dogan

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedara Kurd Leyla Zana li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çû ser gora Orhan Dogan.

Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de çû Şirnexê.

Leyla Zana li Cizîrê ji aliyê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan xelkê ve hat pêşwazîkirin û piştre jî çû ser gora Orhan Dogan.

Zana piştre jî li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê tevî civînên gel bû.

Orhan Doganê ku yek ji siyasetmedarên girîng ê Kurd bû sala 2007an çûbû ser dilovaniya xwe.