Berbijêra Bismilê ya AK Partiyê: Ez dê bi ser bikevim

29-03-2024
RÛDAW
Berbijêra Şaredariya Bismilê ya AK Partiyê Behiye Guner Arslan
Berbijêra Şaredariya Bismilê ya AK Partiyê Behiye Guner Arslan
Nîşan Bismil AK Partî Behiye Guner Arslan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêra AK Partiyê ya Şaredariya Bismilê Behiye Guner Arslanê ragihand, “Ez bi xwe bawer im. Ez  bi xelkê Bismilî bawer im. Ez dê bibim Şaredara Bismilê.”

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê 2 roj man û partiyên siyasî jî bangeşeyên xwe yên dawî dikin û daxwazê ji dengdêran dikin roja yekşemê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.

Berbijêra Şaredariya Bismilê ya AK Partiyê Behiye Guner Arslan bû mêhvana Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Behiye Guner Arslanê da zanîn ku ew dizane bê ka çi xizmet ji Bismilê re pêwîst in û got:

“Ez bi xwe bawer dikim û bi miletê xwe bawer dikim. Ez bi welatê xwe bawer dikim. Ez keçeke vî miletî me. Di nava miletê xwe de me. Ez dizanim bê ka ji milletê min re çi lazim e û çi pêwîst e.

Em bi projeyan hatine. Pirsgirêka sereke ya Bismilê binesazî ye. Çawa mirov dema avahiyekê lê dike jê re binesaziyê amade dike em dê bi binesaziyê dest pê bikin.”

“Min li deriyê her malê daye”

Behiye Guner Arslanê li ser pirsa “Niha qeyûm Bismilê bi rê ve dibe.DEM Partî jî dixwaze careke din Şaredariya Bismilê vegerîne. Gelo tu bawer dikî tu dê di hilbijartinan de bi ser bikevî?” wiha got:

“Ez gelekî bi xwe bawer im. Ev 55 roj in, ez tax bi tax digerim. Ez rû bi rû bi însanên me re bi taybetî bi jinan re diaxivim. Pir kêm derî mane ku min lê nedabin.

Heger min lê nedabe yan lê hayil nebûme yan jî bêhemdî di ser re derbas bûme. Bawerî dane min. Em rû bi rû diaxivin.

Hezkirina wan, daxwazên min, hezkirina welêt, hezkirina ji xizmetê bawerî daye min. 1ê Nîsanê surprîzeke me ya pir mezin heye.”

“Xelkê Bismilê aramiyê dixwaze”

Di berdewamiyê jî de Behiye Guner Arslanê amaje bi wê yekê kir ku xelkê Bismilê êdî daxwaza aramî û hizûrê dike û got:

“Pêdîviya xelkê me bi samîmiyetê heye. Dema ez bi ciwanan re û bi jinan re diaxivim hizûrê û aramiyê û xizmetê dixwazin.

Êdî dixwazin baweriya xwe bi kesekî, kesekê bînin û dibêjin, baweriya me bi te tê. Ev gotina wan ji min re pir bi qîmet e. Dema kesek baweriya xwe bi min bîne û welatiyê min be ez ber bi wî ve nameşim, ez baz didim.

Ji bo ku xizmetê ji welatê xwe re bikim ez baz didim. Ez dixwazim derdê dilê xwe. Hezkirina min a ji Bismilê bi xizmetê re bikim yek. Baweriya min, bi jinên welatê min, bi ciwanên welatê min heye.”

Behiye Guner Arslanê derbarê pirsa, “Gelo rêjeya dengên we çiqas e, ti rapirsî hatine kirin?” de jî anî ziman:

“Belkî çêbûbin. Ez sekînî me û dibêjim, em dê bi ser bikevin. Encama ti rapirsiyekê ti bandorê li ser min nake. Ez di rapirsiyekê de baş bim jî û nebaş bim jî. Ew ti bandorê li min nake.

Tenê serkeftin di bala min de ye û ez dixwazim ji welatê xwe re xizmetê bikim. Baweriya xelkê bi min hatiye. Ez jî dixwazim bibim xizmetkarê miletê xwe welatê xwe.”

Herwiha Behiye Guner Arslanê ragihand ku heta niha bandora tayînkirina qeyûman ti bandor li ser dengderên wê nekiriye û wiha got:

“Xelk min wekî xwişka xwe û ez jî wan wekî malbata xwe dibînim. Çawa dayikek ji bo zarokên xwe nikare cudahiyê bike. Ji bo min û miletê min jî û welatê min jî wisa ye. Wekî ku Bismil bûbe ewladê min.”

“Projeyên min dê li ser kaxizê nemînin”

Behiye Guner Arslanê da zanîn ku ji bo ciwan û jinên Bismilê projeyên wan hene û da zanîn:

“Ji bo jin û mêrên ku wê bizewicin em dê 50 hezar lîreyî piştgiriyê bidine wan. Ji bo ciwanên me yên biçine zanîngehê em dê 5 hezar lîre piştgiriyê bidine wan.

Ji bo jin bibin xwedî derfetên kar projeyên me hene. Êdî wê jin di malên xwe de nemînin. Gelek jinên me yên karên hunerî dikin û jêhatî hene di malan de hatine jibîrkirin. Em dê ji wan jinan re derfetên kar ava bikin.

Ji bo jinan navendên werzişê, navendên civakî nînin. Ez her tiştî fikirî me. Jinek çawa baş be, tendurist be ew malbat jî wisa bihêz e. Zarokên wê jinê jî wisa bihêz in.

Eger jinên me bextewer bin wê welatê me jî bextewer be. Projeya me ya kooperatîfan heye. Jinên me yên bajêr wê te de cih bigirin. Jinên gundan jî dikarin li gorî derfetên xwe beşdarî kooperatîfên gundan bibin.

Projeyên me hene ji bo cotkarî û ajeldariyê. Em dê ji bo ciwanan û xwendekaran li Bismilê pirtûkxaneyekê ava bikin. Ez ji xelkê me dixwazim. Bila li min xwedî derkevin. Projeyên min dê li ser kaxizê nemînin. “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst