Efrîn: 12 DAIŞî ji zindanên grûpên çekdar reviyan

29-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 12 girtiyên DAIŞê ji zindanên grûpên çekdar reviyan.

Ew 12 DAIŞî ji zindana Bilbilê ya Efrînê ku nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye reviyan.

Zindan di bin kontrola polîsên serbazî yên mixalefeta Sûriyeyê de ye û çavkaniyê herêmî dibêjin, Polîsên Serbazî rê ji wan re xweş kirine ji bo ku birevin.

Hat diyarkirin ku 2 DAIŞî hatine girtin lê 10 ên din hîn li derve ne.

Li gorî agahiyên ji Efrînê, her çekdarekî DAIŞê yê girtî hezar-3 hezar dolar dane berpirsên zindanê, hinekan jî 10 hezar dolar dane ji bo ku ji zindanê birevin.

Sala derbasbûyî jî nêzîkî 20 girtiyên DAIŞê ji zindana Racoyê reviyabûn ku wekî Zindana Reş tê naskirin.

Li wir jî berpirsên zindanê ruşwet xwaribûn û rêya revê ji wan re xweş kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst