Li Rihayê qeza: 3 mirî, 6 birîndar

29-03-2024
Nîşan Riha Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî li ser rêya navbera navçeya Siwêreg û parêzgeha Rihayê du otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn.

Di vê qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak, li ser qezayê de peyamek belav kir û da zanîn birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst