Mamosteyên bi girêbest daxwaza damezrandinê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, pirsgirêka mamostayên ku nayêne damezirandin û bi girêbestê kar dikin, yek ji pirsgirêkên serekî ên Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ye. Hejmarek mamosteyên girêbest li pêşiya Wezareta Perwerdeyê li Enqerê xwepêşand kirin û dixwaz kirin ku 10 hezar mamoste bê şert û merc bêne damezirandin.

Hejmarek mamosteyên bi girêbest kar dikin ji navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li Enqerê li pêşiya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê kom bûn ku pirsgirêkên xwe bînin ziman.

Piraniya wan salên dûr û dirêj in li dibistanan kar dikin, lê hêj nehatine damezrandin. Ji hikumetê daxwaz dikin ku îsal 10 hezar ji wan bêyî şert û merc dema karkirinê li ber çavan bigire û wan damezrîne.

Serokê Komeleya Hevgirtina Mamosteyên Girêbest Levent Atasoy dibêje: “Rewşa me ya damezrandinê rewşek taybet e. Divê li gor prîmên bîmeyê damezrandin bê kirin. Em  li vir bang li aliyên karbidest dikin bila êdî guh li dengê me bibin. Hevalên me mexdûr in. Jixwe bi salan e em di şertûmercên zehmet de kar dikin. Em gelek li benda damezrandinê man, êdî kî guh li dengê mamosteyên girêbest bibe dilê me dê ligel wan be.”

Mûçeyê wan di navbera 3 heta 6 hezar lîreyên Tirkî de ye ku nagihe mûçeyê kêmane. Di şert û mercên xirab ên aborî de nikarin bi wî pereyî  debara xwe bikin. Dixwaza wan ew e başkirinek di mûçeyê de wan de jî bê kirin.

Mamoste Çigdem Akyuz jî got: “Bawer bikin ez hinek caran 3 hezar û hinek caran 4 hezar lîre werdigirim. Herî dawî jî min 5 hezar 500 lîre mûçe wergirt. Ji ber ku ez 24 demjimêran beşdarî waneyan dibim.  Dibistanan dibin alîkar û ji 22 demjimêran dikin 24 demjimêr lê bi vî awayî em ne dikarin xanenişîn bibin, ne jî dikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Gelek kêm e û ev 10 sal in ez kar dikim.”

Li  gor zanyariyên sendîkayên perwerdê  li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê derdora 500 hezar mamoste li benda damezrandinê ne.

Nêzîkî 80 hezar ji wan jî weke mamosteyên girêbest di şertûmercên zehmet de kar dikin û li bendê ne ku bi damezrandineke taybet bên damezrandin daku heqê keda xwe bidest bixin.