Li Erzînganê bahoz: Banê xaniyan firiyan

29-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber bayê zêde bahoz çêbû û di encam de banê gelek xaniyan firiyan.

Îro 29ê Adarê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran û şilope dibare û egera rabûna lehiyê û ba û bahozê heye.

Li Erzînganê bahoz çêbû û di encam de banê gelek xaniyan firiyan. Ji ber banên ku firiyan li hinek herêman çûn û hatina trafîkê hat rawestandin. Herwiha mînareya mizgeftekê hilweşiya û banê Dibistana Navîn a Erzînganê jî firiya û bi ser otombîlekê de ket.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku li parêzgehên Bêdlîs, Şirnex, Colemêrg, Dîlok, Kilîs û Semsûrê baraneke zêde dibare. Herwiha bo egera rabûna lehiyê, lêdana birûskan, barîna teyrokê, ba û bahozê hişyarî hatiye dayîn û ji welatiyan daxwaz kirine ku tedbîrên xwe werbigrin. Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî egera tozbarînê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst