Norwêc 2 jin û 3 zarokên çekdarên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê vedigerîne

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser Norwêc DAIŞ Kampa Roj
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞê radestî Norwêcê kirin. Ji bo vegerandina wan 5 kesan şandeke Norwêcê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Wezîra Derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt di daxuyaniyekê de dibêje, Norwêc du xwîşk û 3 zarokên wan ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê vedigerîne daku ji rewşa xirab a di nav kampan de rizgar bibin.

Anniken Huitfeldt dibêje, “Jiyana li van kampan pir xerab û xeternak e. Ew zarokên Norwêcî demeke dirêj e di wan kampan de dijîn ku nabe ti zarokek têde bijîn.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) jî ragihandiye, ku wan roja Sêşemê 28ê Adarê 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞî li gor belgeya fermî radestî dewleta Norwêcê kirin.

Li gor daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şandeyeke Norwêcê bi serokatiya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê Eric Husam serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û piştî hevdîtineke fermî û îmzekirina belgeyekê, ew jin û zarok radestî şandeya Norwêcî hatine kirin.

Hatiye ragihandin, ku şandeya Norwêcî ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û Nûnera YPJʹê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwiha ragihandiye, di civînê de rewşa siyasî, mirovî, ewlehî û aborî ya li herêmê hat nirxandin û hate gotin, divê aloziya Sûriyeyê li gorî birayra Neteweyên Yekbûyî ya 2254an were çareserkirin.

Ew her du jin bi esil xelkê Somaliyê ne û di dawiya sala 2013an de ku wê demê yek ji wan 16 salî û ya din 19 salî bûye, bi awayekî nihênî çûne Sûriyê daku tevli xwepêşandanên dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed bibin.

Nivîskara Norwêcî Asne Seierstad pirtûkek li ser ezmûna her du xwîşkan nivîsandiye. Niha herdu xwîşk 25 û 29 salî ne. Li gor medyaya Norwêcê, 3 zarokên wan jinan hene ku ji çekdarên berê yên DAIŞê ne.

Ew her du xwîşk û zarokên wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li Kampa Roj a nêzîkî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatibûn bicihkirin.

Wezîra Derve ya Norwêcê ragihandiye, “wan her du jinan bi xwe daxwaza alîkariyê kirine daku ligel zarokên xwe bên vegerandin. Ew dizanin jî ku dema digihin Norwêcê dê bêne desteserkirin.”

Li Norwêcê gotûbêjeke dûr û dirêj derbarê her du xwîşkan de hatiye kirin. Li welatên din ên Ewropayê jî dosyeyên weke ya her du xwîşkan ji bo hejmarek ciwanan hatine vekirin ku çûne Sûriyê û niha vegeriyane yan jî dixwazin vegerin welatê xwe.

Yek ji wan Şemîme Bêgom e ku 23 salî ye û welatînameya Brîtanyayê jê hatiye standin.

Wezîra Derve ya Norwêcê daye xuyakirin, ku Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina wan jin û zarokan alîkarî pêşkêşî wan kirine.

Norwêcê di sala 2020an de jinek ji Sûriyê vegerand ku têkiliya wê bi DAIŞê hebû û zarokekî wê bi nexweşiyekî giran ketibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst