Şaredariya Stenbolê ji bo Zazakî kurs vekir

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Stenbolê IBB Kursa Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kursa zaravaya Zazakî ya Kurdî di bin "Enstutu ya Stenbolê ÎSMEK" de hatiye vekirin û qeyd dest pê kirine.

Ji bo kursa Zazakî (Dimilî/Kirmanckî) qeyd dest pê kirin û dê kurs bê pere be. Herwiha hat ragihandin ku ji kursa Zazakî re du vebijark hatin dayîn, hînbûna rû bi rû û ji dûr ve.

Bernameya kursê ji 96 demjimêrên perwerdehiya bi sertîfîka pêk tê û ji bo beşdarbûna bernameyê şert û mercên pêwîst tune.

Perwerdeya rû bi rû, dê di dawiya hefteyê de li Stenbolê li navenda Dibistana Ziman a Şîşliyê bê bê dayîn.

Di derbarê armanca bernameyê de li ser malpera IBBê de dibêje “

Asta destpêkirina ya Zazakî;

Bernameyek e ku armanc dike ku beşdarên ku bi zazakî nizanin û dê di asta herî bingehîn de dest bi hînbûna zazakî bikin, peyv, xwendin, nivîsandin, axavtin û şiyan û zanistên têkilî danîna zazakî bidest bixin.”

Kurs dê di navbera 8ê Nîsanê û 22ê Tîrmehê de bê dayîn.

Ji bo agahdariya der barê qursê de, serîlêdan dikarin li ser malpera IBBê bêne kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst