Norwêcê 2 jin û 3 zarokên DAIŞê vegerand

Hewlêr (Rûdaw) - Norwêcê ragihand ku 2 jin û 3 zarok ji Kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê ya ku jin û zarokên girêdayî DAIŞ'ê lê diman, vegerandine.

Wezîra Derve yê Norwêcê Anniken Huitfeldt derbarê mijarê de daxuyaniyek da tê de got “Ji bo ku zarokan bînin malê çend xisûs hene. Kamp bê guman hem ji bo pêşkeftina laşî û hem jî ji bo pêşkeftina psîkolojîk a zarokan ne guncaw in. Di vê mijarê de biryara alîkariyê li ser jiyan û tenduristiya zarokan hat dayîn.”

Hêj jî bi hezaran jin û zarokên DAIŞ'ê yên biyanî li Kampa El Hol û Roj dijîn. Rêxistinên mafên mirovan gelek caran şert û mercên kampê wekî "xirab" binav dikin.

Wezîra Derve yê Norwêcê Anniken Huitfeldt dibêje “Rewşa kampa ku zarok lê ne, hem ji bo ewlehiyê hem jî ji bo tenduristiyê xeter e. Vegerandina van jinan bo Norwêcê ji bo ewlehiyê jî girîng e. Lê wê bal kişand ser wê yekê ku her du jinên ji kampê hatine girtin dê piştî hatina wan a Norwêcê bên girtin.

Ji aliyê din ve Wezîrê Derve yê Norwêcê Huitfeldt spasiya rola Rêveberiya Xweser li ser navê civaka navdewletî di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Hemû jin û zarokên ku ji aliyê Norwêcê ve hatin qebûlkirin li Kampa Roj diman.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî ku di sala 2019'an de di şerê li dijî DAIŞ'ê de ji herêmê ji DAIŞê paqij kir,bi hezaran jin û zarokên endamên DAIŞ'ê li kampan bi cih kirin.

Niha zêdetirî 50 hezar kesên girêdayî DAIŞ’ê li Kampa Holê ya Hesekê ne. Bi hezaran kesên di heman rewşê de li Kampa Roj dimînin.