Dayika Kurd 5 sal in li benda kurê xwe ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ciwanekî Kurd beriya 5 salan li ser destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê hatibû girtin û heta niha bêserûşûn e.

Li gundê Qulkê li başûrê bajarê Cindirêsê ciwanê kurd ê bi navê Xalid Sebrî Kedelo, berî 5 salan ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Xalid Sebrî Kedelo ku xelkê gundê Qulkê ye di Gulana 2018an de  hatiye girtin.

Dema hatiye girtin temenê wî 16 sal bûye û ev 5 sal in ku ew bêserûşûn e.

Diyana Oso, diya Xalid Kedelo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re çîroka girtin û bêserûçûnkirina kurê vegot

Diyana Oso diya Xalid Kedelo got "Ev 5 sal in lawê min di hepsê de ye, ez lawê xwe dixwazim. Kî dengê min dibihîze, kî dengê min his dike 5 sal in ez ji lawê xwe mehrûmim. Ez dixwazim lawê min were mala xwe, hemêza dayika xwe, ez behna xwe bi lawê xwe derxim, ez çavên xwe bi lawikê xwe rakim. Em nikarin lawê xwe ji hepsê xelas bikin weynin mala xwe, derfeta me tine, hûn bi xwe jî dizanin rewşa Sûriyê zehmet e. Yên ku dengê min dibihîzin bi min re alîkariyê bikin."

Çavkaniyekê ji gundê Qulkê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Gundê Qulkê ku ji 38 malan pêk tê, %50 ji gundiyan koçber bûne.

15 malên gundiyan Erebên hawirde tê de niştecî bûne, 50 kon ji erebên hawirde re li pêş dibistana gund hatine vedan.”

Gundê “Qulkê” li başûrê Bajarê Cindirêsê bi 5km dikeve.