Doznameya rojnamevanên girtî yên Kurd piştî zêdeyî 9 mehan hat amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîna derbarê 20  rojnamevanên Kurd de temam kir û piştî 9 meh û 10 rojan bi hinceta “endamtiya rêxistinê” derbarê wan de dozname amade kir.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê lêpirsîna xwe ya derbarê 22 kesên ku 20 ji wan rojnamevanên Kurd bûn piştî 9 meh û 10 rojan temam kir. Di wê lêpirsîna ku 16ê Hezîrana 2022an de destpêkiribû 16 rojnamevan hatibûn girtin û 4 rojnamevan jî hatibûn berdan.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne roja Sêşemê 28ê Adara 2023an Serdozgerê Komarê yê Amedê di çarçoveya lêpirsînê de derbarê wan 22 kesan de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” dozname amade kiriye ku 20 ji wan rojnamevanên Kurd in.

Serdozgerê Komarê yê Amedê doznameya ku amede kiriye, bo Dadgeha 4emîn a Cezayên Giran a Amedê şand. Dadgeha navborî dê piştî lêkolînên li ser doznameyê, di nava 15 rojan de biryara xwe yekalî bike ku doznameyê pesend dik yan na. Piştî pesendkirina doznameyê dê proseya dozê destpê bike.  

16ê Hezîrana 2022an li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê  polîsan avêtibû ser mala rojnamevanên Kurd. Di serdegirtina malan de Rêvebera  Ajansa JINNEWSê Safîya Alagaş, Hevserokê Komeleya  Rojnamevanên Dîcle û Firatê Serdar Altan, edîtorê Ajanasa Mezopotamyayê Azîz Oruc jî di nav de 20 rojnamevanên Kurd  hatibûn desteser kirin. Piştî karûbarên yasayî 4 ji wan hatibûn azadkirin û niha jî 16 ji wan girtî ne.