Kompanyaya DNO ya Norwêcî berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya DNO ya Norwêcî ku di warê petrol û gazê de kar dike, îro ragihand ku 4 rojan piştî ragirtina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, wan berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rawestandiye.

Kompanyaya DNO dibêje, ji ber ku depoyên pêwîst ji bo embarkirina petrolê nînin, ew neçar mane ku berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê rawestînin.

DNO ragihandiye, ji şevê din ve dest bi rawestandina berhamnîna petrolê û daxistina bîrên petrolê kirine.

Kompanyaya DNO ya Norwêcî li kêlgehên petrolê yên Tawkê û Pêşabûrê kar dike û li gor daxuyaniya wê kompanyayê, berî wê biryara xwe rojane 107 hezar bermîl petrol li Herêma Kurdistanê berhem dianî ku dike ji çaran yekê hinardeya petrola Herêma Kurdistanê.

DNO dibêje, ji şeva bihorî ve berhemanîna petrolê li kêlgeha petrolê ya Pêşabûrê rawestandiye û dest bi karên çakkirinê kiriye.

Derbarê kêlgeha Tawkê de jî DNO dibêje, wan dest bi girtina bîrên petrolê yên wê kêlgehê jî kiriye, lê ji bo girtina hemû bîrên petrolê rojek dem hewce ye, ji ber ku bîrên wê kêlgehê li rûbereke berfireh a 10 kîlometreyî ne.

Rêvebirê Cîbicîkarê Kompanyaya DNO ya Norwêcî, Bîjen Musewer Rehmanî têkildarî wê rewşê ragihand: “Mixabin, rewş gihîşte vê astê ku bandorê li ser dabînkirina petrolê û bihayê petrolê li cîhanê dike, bi taybetî di vê dema hestiyar de ku bazarên darayî tê re derbas dibin.”

Piştî biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê ya derbarê hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, ji roja Înê 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hatiye rawestandin.

Şeva Pêncşema heftiya bihorî 23ê Adara 2023, Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê li ser giliya Iraqê û piştî çend salan biryara xwe ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re aşkere kir û di berjewendiya Iraqê de biryar da.

Dadgehê Tirkiye û Iraqê ji biryara xwe agahdar kirin û demjimêr 12:00 roja Înê 24ê Adara 2023an Tirkiyê wek cîbicîkirina biryara dadgehê, hinartin petrola Herêma Kurdistanê rawestand.