Li Kampa Holê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê li Kampa Holê malbatên DAIŞê lê tên girtin, di navbera hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê û şaneyên DAIŞê de pevçûn derket.  Heta niha rewşa kampê aram nebûye, qedexeya derketina derve li Kampê û bajarokê Holê hat ragihandin.

Li gorî zanyariyan duh derengê şevê şaneyên veşartî yên DAIŞê li Kampa Holê bi çekên RPG êrîşî hêzên asayîşê yên kampê kirin û şer û pevçûn di navbera wan herdu aliyan de derket.

Li gor daxuyaniyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê li beşê 4an ê kampa Holê operasyonek pêk anî. Di navbera hêzên ewlekariya û şaneyên çeteyên DAIŞê de şer bi çekên sivîk û navîn rû da.

Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmareke çeteyên şaneyê hatin girtin. Li kampê alozî û operasyona paqijkirnê didome.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê herwiha di daxuyaniyekê de ragihand, di encama şerê di navbera wan û DAIŞê de, DAIŞoyek hatiye kuştin û hejmareke çekdarên din jî birîndar bûne.

Li gorî medya nêzîkî HSDê di şer de ziyan gihiştiye 3 zirxîpoşên Asayişê.

Medya Fermî ya Sûriyê jî got, di wî şerî de 5 welatî hatine kuştin û hejmarek jin û zarok jî birîndar bûne.