Li Dêrsimê koçberî zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê dest bi koçkirinê kiriye. Berê jî hejmareke zêde ya niştecihên wê parêzgehê derketine derve û li welatên Ewropa bicîh bûne. Dîroka koçkirina Dêrsimiyan vedigere salên 1980 û 1990î. Bi taybetî jî gênc ji cî û warên xwe derdikevin û li pey jiyaneke nû digerin.

Li gorî dîtina gelek kesan, xerabiya rewşa siyasî û aborî ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dibe sedem ku Dêrsimî berê xwe bidin koçberiyê.

Li bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê koçberiya ku zêdebûyî xelkê vê deverê dilgiran kiriye. Xelkê Dêrsimê derbarê vê koçberiyê de nêrînên xwe tînin ziman û daxwaz dikin çareseriyek ji vê rewşê re were dîtin.

Welatiyê Dêrsimê Şukru Kiliç dibêje: “Zarokên me bi zehmetî diçin derve dixwînin û beşdarî ezmûnan dibin. Tevî ku di van ezmûnan de puanên bilind distîne jî dîsa jî tu dibînî ku kar jê re nayê dayîn û nikare nanê xwe peyda bike. Nan tune be divê çi bikin? Ew 20 salî ne û dixwazin herin welatên din. Ji ber ku li vir nan nema. Gelo mirovan hêviya xwe winda kir û dê çi bike? Dê ji neçarî here ciheke din. Ji bo pêşîgirtina li van çûnan divê em tiştekî bikin. Divê em ne tenê li vê temaşe bikin. Ev çend sal in em wiha êşiyan, bavên me êşiyan, kalên me êşiyan, bila êdî zarokên me vê yekê nebînin.”

Kesek bi navê Bulent Yuksel jî got: “Miletê me dema dikeve karekî nasnameya wî jê dipirs in. Ji ber kurd e, ji ber Elewî ye kar nadin wî û wî ji kar derdixin. Ez Elewî me, Kurd im, Tirk im, n nimêjê dikim an nakim, tu dê çi ji min bikî! Bila êdî mudaxeleyî me nekin, eger mudaxeleyî me bikin em dê herin.”

Welatiyê Dêrsimê yê bi navê Huseyîn Înanç got: “Li vir ne kar heye, ne tişteke din heye, mirov dê çi bike... Neçar dibe herin welatên din.”

Ji ber xirapbûna rewşa siyasî û abarî ya Tirkiyê xelkê Dêrsimê dixwazin ji vir herin û jiyana xwe li welateke din berdewam bikin. Ji sala 1980- 1990 ve, ji ber rewşa siyasî û abûrî xelk ji Dêrsimê derdikeve û bi taybet jî yên ku koçber dibin piranî ciwanin.

Derbarê vê yekê de ji beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Munzurê Prof. Dr. Murat Cem Demîr jî got: “Me hêjmar negirtiye, lê gava em li kesên derdora xwe temaşe bikin em dibînin ku cih guhertinek heye. Xelk berê xwe didin ciheke ku di aliyê jiyanî, mafê mirovan û aborî de baştir. Ji ber vê yekê diçin Kanada. Hûn jî dibînin, em jî dibînin bi giştî xelk ne keyfxweş e. Bê baweriyek jî heye bo çareserbûna pirsgirêkên jiyanî û aborî li vir.”

Ji ber van koçberiyan Dêrsim xwediyê hêjmara herî kêm a nişteciyan e li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Li gorî daneyên saziya Îstatîkî ya Tirkiyê (TUÎK), bajarê herî nişteciyên xwe zêde bi 15 milyon û 840 hezar û 900 kesî Stenbol e, bajarê herî hêjmara xwe kêm jî bi 83 hezar û 645 kesî Dêrsim e.

Ev jî tê wê wateyê ku di pehnahiya 7 hezar û705 km çarqoşe de 11 kes dijîn.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu jî got: “Sedema koçberiyê şer e. Nebûna xizmetguzariya saziyên perwerdê ye. Demeke dirêj e bi bihaneyên siyasî, polîtîkayeke ewlekariyê li Dêrsimê tê meşandin. Ji despêka sala 1930 ve li vir koçberî heye û hîn jî berdewam dike. Lê bi taybet di van sê çar salên dawiyê de krîza ku ji aliyê kapitalîzmê ve li tevahî cîhanê hatî avakirin li welatê me jî bandoreke mezin kiriye û bêkarî zêde bûye. Ji ber vê yekê êdî xelk welat jî bi cî dihêle.Piraniya kesên diçin ciwan in ji ber xwendevanin lê bê karin."

Kêmbûna nişteciyên Dêrsimê dibe sedem ku budceya wî bajarî jî ji aliyê hikumetê ve were kêmkirin.

Ev yek bandorê li xizmetguzariyên şaredarî dixwaze bike dike.Dihêle geşedan dereng bikevin.