Li Wanê qedexeye meş û çalakiyan hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Qedexeyên berdewam

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li parêzgeha Wanê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatiye belavkirin, ji 30ê Adara 2022ê heta 14ê Nîsana heman salê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Çalakiyên fermî serbest in

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Qedexeya Wanê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê bi berdewamî tê dirêj kirin.