Mesrûr Barzanî: Enerjî û avakirina hikûmeta Iraqê bû sedema êrîşa li ser Hewlêrê

29-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser Hewlêra paytext, bi avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û pirsa berhemanîna enerjiyê li Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye û daxwaz kir ku lêkolîneke navdewletî derbarê bûyerê de were kirin û aliyê Îranê jî serdana cihê teqînê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Adara 2022 di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê ya li Dubaiyê di panelekê de axivî.

Mesrûr Barzanî diyar kir Herêma Kurdistanê ev demeke dirêje bûye qurbaniya êrîşên gelek aliyên cuda û got “Êrîşa mûşekî ya vê dawiyê li Hewlêra paytext, zext li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kiriye ku ne li gorî îradeya Komara Îslamî ya Îranê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî "Sedema din a êrîşa mûşekî jî mijara enerjiyê ye. Herêma Kurdistanê hewl dide zêdetir zeviyên petrol û gazê bibîne û pêş bixe, ev yek jî ne di berjewendiya Îranê de ye."

Di 13ê Adara 2022an de 12 mûşekên dûravêj ber bi bajarê Hewlêrê ve hatin avêtin û piştî wê jî Supaya Pasdarên Îranê berpirsatiya wê êrişê girtibû ser xwe û ragihandibû, wê êrişê baregeheke Îsraîlê kiriye armanc. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku ti bingehên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê tine ku bike armanc.

Mesrûr Barzanî di derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê de dibêje “Hincetên êrîşê ne rast in û cihê ku hatiye bombekirin mala sermayedarekî ye. Em li ser teqînan daxwaza lêkolîneke navdewletî dikim û em daxwaz ji aliyên Îranî jî dikin ku serdana cihê teqînê bikin.

Îro Sêşemê 29ê Adara 2022an Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê li Îmarat dest pê kir û dê du rojan bidome. Di Lûtkeyê de beşdar dê nêrîn û ezmûnan li ser xurtkirina geşepêdan û vejandina li seranserê cîhanê bi hev re parve bikin.

Barzanî got “Pênasekirina metirsiyê li gor cihekê diguhere û metirsiyên cuda hene. Li herêma me gelek destwerdan hene, em neheqiyê dibînin û bertekek jî heye, ev jî rewşê metirsîdar dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst