Li Kirmaşan û Urmiyê 'Sêzdebeder' hat qedexekirin

29-03-2021
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Sêzdebeder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Kirmaşan û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê dikevin, çûna geşt û seyranê di roja Sêzdebeder de ku roja Înê ye, hat qedexekirin.

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê Elî Mistefewî ragihand ku kombûna li deşt û der û cihên şînkahî di roja xwezayê “Sêzdebeder” de qedexe ye û tedbîrên yasayî li dijî binpêkeran werdigrin.

Li Îranê 13 roj piştî Newrozê wek roja Sêzdebeder û rêzgirtin li xwezayê tê naskirin, di vê rojê de xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê diçin seyran û geştûguzariyê.

Berpirsê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşan Mehdî Mihemmedî jî daxwaz ji xelkê kir ku ti planekê bo roja Sêzdebeder nedeynin, li mal bimînin û xwe ji kombûnan biparêzin.

Di rojên borî de hejmara wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku rewşa wan Coronayê metirsîdar bûye û hejmara kesên bi Coronayê dikevin zêde bûye, zêdetir bûye.

Li gor biryara dawî ya Navenda Rûbirûbûna Coronayê ya Kirmaşan, çûn û hatin li bajarên Şabad û Giyelan qedexe ye, merasîmên olî li hemû parêzgeha Kirmaşan qedexe ne û cihên geştyarî hatine girtin.

Rewşa bajarê Urmiyê jî sor e, wate di asta gelekî metirsîdar de ye û şeş bajarên din jî rewşa pirteqalî, wate di asta metirsiyê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst