Artêşa Iraqê sê roj mohlet bo hêzên li Şingalê da

29-03-2021
Tehsîn Qasim
Tehsîn Qasim
Parêzgarê Mûsilê gotr demek ji bo derketina çekdaran li Şingalê hatiye diyarkirin
Parêzgarê Mûsilê gotr demek ji bo derketina çekdaran li Şingalê hatiye diyarkirin
Nîşan Şingal Kurdistan
A+ A-

Şingal (Rûdaw) – Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê, mohlet ji bo hêzên li devera Şingalê dimîmin heta 1ê Nîsanê dirêj kiriye ku li wê derê nemînin û biryar ew e ku hemû hêzên deverê xwe ji navenda Şingalê vekêşin û tenê polîs li navenda navçeyê bimînin.

Parêzgarê Mûsilê Necim Cibûrî ji Rûdawê da xuyakirin ku tevahiya bendên rêkeftina Şingalê wê di destpêka meha Nîsanê de bi temamî bê cîbicîkirin û biryar e di nav çend rojan de 2500 polîs ji bo Şingalê bêne damezrandin.

Necim Cibûrî ji Rûdaw re diyar kir, ku ew naxwazin rewş bigihe asta şerekî çekdarî, û tekez kir, ku hikûmeta Iraqê niha kar dike, ji bo çareseriya pirsa çekdaran, û li gorî budceya Iraqê, ewê yekîneyên polîsan ava bikin, da ku deverê biparêzin.

Parêzgarê Musilê Necim Cibûrî got: “Em naxwazin rewş bigihêje asta şereke çekdarî. Hikûmeta Iraqê niha ji bo çareserkirina pirsa çekdar kar dike. Min behsa gave cîbicîkirina rêkevtina Şingalê kir. Em niha li benda budceyê ne, bêguman dê li gor budceyê lîwaya polîsan bêne damezrandin û polîs jî dê parastina deverê bikin.”

Raydarên YBŞ ne li gel rêkeftina Şingalê ne. Berpirsên Iraqî jî jbo encûmena Şingalê re gotibû 700 endamên wan ên asayişê dê bêne qebûlkirin ser bi ewlekariya Iraqê ve, lê ev zêdeyî 5 mehan in hevdîtinên wan berdewam in û hêj negihîştine encamekê.

Serokê Partiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ)  Umer Salih got: “Em bi dehan caran ligel hev rûniştin, em dixwazin bi rêya dîyalogê pirs çareser bibin. Em ti caran şer naxwazin, lê dema kesek were li mala te êrişî te bike tu jî neçar dibî bersiva wan bidî. Heta niha hevdtîn negihîştine encamekê.

Li gor rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst