Hejarî li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê rêjeya hejariyê gelekî zêde bûye, û rêxistinên navdewletî jî ti alîkariyan pêşkêşî xelkê nakin.
Sultana Mihemed a 47 salî , xanimeke Kurd e, hevjînê wê di şerê Sûriyê de wenda bûye, ji bo xwedîkirina zarokên xwe, kilênêkis difrotin, lê niha nikare kar bike û bi zorê carna nanê xwarinê ji bo zarokên xwe peyda dike.
Di hewşa Sultana Mihemed de, tolik şîn bûye, tolika nav hewşê ji zarokên xwe re dike firavîn. Sultan Mihemed dayîka 8 zarokan lê herdu zarokên wê yên 12 û 16 salî naçin dibistanê, neçarin ji bo ku xwe xwedî bikin, li pîşesaziyê Qamişlo bi pereyeke kêm kar bikin.
Sultana Mihemed dibêje: “Ev şeş meh in me ferûc neanîne mal, min û zarokên xwe me li cadeyan kilêniks difirot. Roja înê jî me pars dikir, karkerê me tune ji neçarî min zarokê xwe xistin ser kar, niha li pîşesaziyê ne yek ji wan rojê du hezaran tîne û yên din jî 5 hezaran tîne.”
Hejmarek ji xelkê ji paşmayan xwarinê dixwin. Neteweyên Yekbûyî bêyî ku alîkariyê bigihêjîne bo Rojavayê Kurdistanê dibêje 13 milyon û 400 hezar kes li Sûriyê, bi pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene.
Li nav bazaran nirxê kelûpelan gelekî buha bûye, kirîzeke rasteqîne ya mirovî derketiye, û her ku diçe jî xerabtir dibe.
Welatî Nofa Ubeyd jî dibêje: “Ful jî buhaye, lê em neçar bûn, ma emê çi çê bikin? Nirx agir in agir, bacan bi 1500 yan 1200 lîreyên Sûrî ye.”
Welatî Hesen Yousif jî got: “Nirx agir in û xelk nikarin tiştekî bikin. Mecal tune ye kirîn û firotin bibe, karîna xelkê ya kirînê tune ye. Niha ez karmendê hikumetê me, mûçeyê min 60 hezar e, ezê herim ferûcekê bikirim, dibe ku ez vala vegerim, çiqasî ez destê xwe bigrim mûçeyên min têra heftiyekê dike.”
Welatî Efîf Ehmed jî anî ziman: “Nirxê kelûpelan gelekî girane, dolar dadikeve jî, dibêjin me bihaye kiriye û nirx weku xwe mane.”
Ji meha çile ya sala derbasbûyî ve, bi biryara Rûsyayê, Neteweyên Yekbûyî pişka Rojavayê Kurdistanê ji alîkariyên mirovî yên taybet bi Sûriyê rawestand, ji wê demê ve, alîkarî nehatiye.
Rêveberiya Xweser ku derdora 250 hezar karmendên wê hene, nikare tevaya xelkê xwedî bike.
Desteya Kar û Karûbarên Civakê di 2020 de 4 hezar derfetên kar ji keç û xortan re dît, lê ti projeyê wê ji bo xwedîkirina hejaran tune ye.
Cîgirê Serokê Desteya Kar û Karûbarên Civakî li Rêveberiya Xweser Cemîl Dahir jî got: “Ji bo wek karmend, nav û lîste tên amadekirin, dema ku valabûn di saziyan de çê dibe, ji me dixwazin, em jî li gor xwendin û bawernameyê û karînên wan, navan hil didin û dezgeh li gor pêwistiya xwe karmendan hildibijêrin.”
Ji sedî 90 xelkê di bin hêla hejariyê de dijîn, 6 miliyon û 600 hezar koçber li derveya Sûriyê hene û 6 miliyon û 700 hezar aware li naxweya wî welatî di rewşeke xirab de dijîn.