Alî Babacan: We Kurdî kir zimanekî nenaskirî!

29-03-2021
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Kurdî Recep Tayyip Erdogan Colemêr Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Serokê Giştî Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ji bo desthilata AK Partiyê got “Ji ber ku we pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye û we ji nû ve Kurdî kiriye zimanekî nenasbar lêborîna xwe bixwazin.”

Serokê DEVAyê Ali Babacan beşdarî 1emîn Kongreya Asayî ya Parêzgeha Colemêrgê ya partiya xwe bû.

Babacan bertek nîşanî helwesta hukûmetê ya di derheqê pirsgirêka kurd de da û got ”Ji gelê me lêborînê bixwazin yên ku we mafê dengdanê û hilbijartinê ji wan stendiye. Ji ber ku we pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye, lêborîna xwe bixwazin. Ji kesên ku we bi biryarnameya di hikmê qanûnê de (KHK) wan ji kar dûrxistine û tevî biryara darazê we wan venegerandiye ser karên wan lêborînê bixwazin.”

Alî Babacan di derbarê hiqûq, aborî û bêkariyê de rexne li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û got “Hiqûq: Erdogan biîstîkrar Destûrê binpê dike. Biryarên bi talîmatên birin û anînê tê wergirtin, bêhiqûqtiyê biîstîkrar zêdedike. Asta Refahê: Di hejarbûnê de biîstîkrar  heye. Xebitandin: Bêkarî bi îstîkrar zêde dibe. Li Tirkiyê bêkarî tu carî hewqas zêde nebûye. Enflasyon: bihabûna tiştan biîstîkrar zêde dibe. Di bin vê tabloyê de tenê îmzeya yek kesî heye. Birêz Erdogan ev berhema te ye. tu pê şanaz î?

Serokê DEVAyê Babacan qeyûma jî rexne kir û wiha got “Ev welatek e ku şaredarên bijarte têne daxistin û yên ku li şûna wan yên ku hatine tayîn kirin têne rûniştandin. Ji vê rê demokrasî tê gotin? Wê gavê hûn çima hilbijartinan dikin? Xelk çima diçe ser sindoqan? Li welateke wisa ewlehî û îstîkrar çêdibe? Hilbijêr dê hêzê bide yên hilbijartî. Îradeya gel di bin piyan de ye. Desthilat hemû şaredariyên ku bi hilbijartinê bidest nexistiye, bi bêhiqûqî bidest dixe teslîmî qeyûman dike. Polîtîkaya desthilatê bûye ku şaradariyên ku bi hilbijartinê bidest nexistiye, bi rêyên din bidest bixe.

Babacan di berdewamiya axavtina xwe de got “ Eger bixwaze hinek titşan rast bike, bila ji miletê lêborîn bixwazin dest pêbikin. Ji gelê me lêborînê bixwazin yên ku we mafê dengdanê û hilbijartinê ji wan stendiye. Ji ber ku we ji nû ve Kurdî kiriye zimanekî nenasbar, vî miletî li nîvê rê hişt û pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye, lêborîna xwe bixwazin.”

Herwiha babacan got ku rêveberyiya xerab dê di hilbijartina yekem de bê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst