Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron li koşka Elyseeyê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana wî welatî dike û sibe Sêşemê 30ê Adara 2021an li Koşka Elyseeyê li Parîsê ligel Macron dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, giringiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.