Şaredariyên Amedê rojê sê dan xwarinê dide pîr û kalên kêm derfet

29-03-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Şaredariyên li Amedê rojane vê xizmetê didin
Şaredariyên li Amedê rojane vê xizmetê didin
Nîşan Coronavirus Bakurê Kurdistanê Amed
A+ A-

Amed (Rûdawe) - Li Amedê bi dehan hezar kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ye, ji ber qedexeya derketina derve nikarin ji mallên xwe derkevin. Şaredariyên  Amedê ji bo wan pîr û kalên ku ji ber qedexeyê nikarin derkevin, rojê 3 danan xwarinê dibe malên wan. Ew alîkarî ji nexweşan re jî tê pêşkêşkirin.

Tenê di bin banê şaredariya Peyasê de 4 tîm hatine amadekirin û her tîmek li ser taxek hat hatiye dabeşkirin.

Ew her roj 3 caran li ber avahiya Xizmeta Malan a  Peyasê dicivin û ji bo kesên temenê wan di ser 65 salî re ne û derketina wan a derve ji ber koronayê qedexe ye alîkarî dikin.

Rojê 3 danan ji bo wan kesên ku daxwaza alîkariyê kirine xwarinê dibin malên wan.

Berpirsê Xizmeta Malan a Şaredariya Peyasê Tuncer Tunç dibêje: “Piştî vê nexweşiyê em her roj ji bo wan kesên ku temenê wan di ser 65 salî re ye û an jî nexwesiyeke wan a kronîk hebe û ciwanek ku alîkariya wan bike tune be, em rojê 3 danan taştê, navroj û şîva wan dibin malên wan. Em her roj ji 300 mirovan re xwarinê dibin malên wan.”

Di destê her tîmek de lîsteyeke navnîşana xwedî pêdiviyan heye. Ew li gorî wan navnîşanan bi rê dikevin.

Tîma xizmetê xwarina ku amade kiriye yek bi yek dibe û radestê malbatan dike.

Her tîmek rojane herî kêm bo 28 malbatên pîr û kal xwarinê dibe. Ne tenê Şaredariya Peyasê, şaredariyên navceyên din ên li Amedê jî rojane vê xizmetê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst