Parêzgeha Urmiyê 24 saet bê mirina koronayê derbas kir

29-03-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanînegha Pizişkî ya Parêzgeha Urmiyê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, ti kesekê bi vîrusa koronayê li wê parêzgehê canê xwe ji dest nedaye.

Li gorî daxuyaniya Serokê Zanîngeha Pizişkî ya Urmiyê, di 24 saetên dawiyê de, 33 kesên din li wê parêzgehê tûşî koronayê bûne, bi vê yekê jî, hemara wan kesên tûşî vîrusê, gihîşt 648 kesan. Herweha heya niha 53 kesan jî bi koronayê canê xwe ji dest dane.

Serokê Zanîngeha Pizişkî ya Urmiyê dibêje jî, heya niha 362 kesên tûşbûyên koronayê rewşa wan baş bûye û vegeryane malê.

Li 4 parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî ku îro Yekşemê amarên wan hatin ragihandin, li parzgeha Sine 3 kesên din bi sedema koronayê canê xwe ji dest dane û her sê jî ji bajarê Seqizê bûn. Hejmara qurbaniyê li wê parêzgehê bûye 51 kes û hejmara tûşbûyên koronayê jî gihîşte 404 kesan û rewşa 110 kesan jî baş bûye.

Li parîzgeha Loristanê, 3 kesên din canê xwe ji dest dan, 43 kesên din jî tûşî koronayê bûn. Hejmara can ji destdanê gihîşte 48 kesan û hejmara tûşbûyên koronayê li Loristanê bûye 680 kes. Herwiha li wê parêzgehê rewşa 91 kesan baş bûye.

Li parzgeha Îlamê jî, 3 kesên din canê xwe ji dest dan, 14 kesên din tûşî koronyê bûne, hejmara can jidestdanê bi giştî bûye 24 kes. Hejmara tûbûyên Coronayê jî li Îlamê gihîşte 274 kesan. 150 kes jî rewşa wan baş bûye.

Parêzgeha Kirmaşanê jî can ji destdana kesekê bi Coronayê hebûye, 5 kesên din jî tûş bûne, hejmara can ji destdanê bûye 27 kes û hejmara tûşbûyan jî gihîşte 213 kesan û 51 tûşbû jî rewşa wan baş bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst