Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Hezro û Farqînê belavok belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja înê li navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê di bin baranê de, belavok belav kirin.

Namzedê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydogmuş, roja Înê 29ê Adara 2019ê li herdu navçeyên Hezro û Farqînê yên Amedê çalakiya hilbijartinê birêve bir.

Namzedê Tifaqê, Sait Aydogmuş li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKê li nav navçeyên Hezro p Farqînê geriyan û li xelkê û li esnafan belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Tevî ku li Hezro û Farqînê baraneke zêde dibarîya, lê dîsa jî Tifaqa Welatperwer û Demokrat belavoka xwe li herdu navçeyên Amedê belav kirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya PAKê, gel û esnafên Hezro û Farqînê pêşewaiîyeke germ nîşanî namzedên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Partiya Azadiya Kudistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, ji bo hilbijartina şaredariyan ku biryar e di 31ê Adarê de bê lidarxistin, Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kirine û li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan kiriye