Namzedê Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê mîtîng lidar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mûşê Alî Zîver Çakî, roja Pêncşemiyê 28ê Adarê li Meydana Beledîyeyê ya Mûşê mîtînga xwe ya hilbijartinê li dar xist. 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û gelek rêvebir û endamên PAKê û PSKyê beşdarî mîtîngê bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PAKê di daxuyaniyekê de ragihandiye, gelê Mûşê eleqeyeke germ û mezin nîşanî mîtînga namzedê serbixwe yê Mûşê da û girseya mîtîngê bi stranên Kurdî dîlan gerandin.

Mîtîng bi moderatoriya Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar birêveçû.

Di mîtîngê de, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekin, Endamê Meclîsa PAKê Sîrac Kirici û namzedê serbixwe yê Mûşê Alî Zîver Çaki di derbarê siyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat û projeyên birêvebirina şaredarîyan de bîr û rayên xwe anîn zimên.

PAKê di daxuyaniya xwe de daye xuyakirin, polîsê Mûşê nehişt ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat alayên Kurdistanê bixe meydana mîtîngê û bi kamera û tedbîrên polîsî yên gelekî zêde xwest girseyê bitirsîne. Lê li gel vê helwesta polîsan û li gel ku baran jî dibarîya, xelkê Mûşê pêşewazîyeke baş nîşanî mîtînga namzedê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat da.

Partiya Azadiya Kudistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, ji bo hilbijartina şaredariyan ku biryar e di 31ê Adarê de bê lidarxistin, Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kirine û li çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan kiriye..