Kurd li Başûr û Rojava; Şaşî li kuderê çê bû?

Piştî hatina Donald Trump bo Koşka Spî, hêj cîhan di şokê de ye û ji hev veqetiyana nav civaka navdewletî di heyama du salên bihorî de, di wan çend dehsalên bihorî de bêmînak bûye. Her çiqas ku hêj dengê lîberal demokratan maye, lê belê siyasiyên protêkşiyonîst, rêbertiya welatên cîhanê dikin. Di wê serdemê de jî welatên lawaz dibin qurbanî û ektorên nedewletî yên weke Kurd jî du caran dibin qurbanî. Kurd bêhêvî ye, piştî ku di serdema cîhana lîberal de li şûna hemû civaka navdewletî şerê dijî terorê kir, lê belê di cîhaneke temam ciyawaz de bendewariya encama xebata xwe li cîhanê dike. Kurd pêwîstî bi wê yekê heye ku careke din hizir bike, ku gelo pêwîstiya wê bi hevbeşeke aborî heye yan siyasî.

 

Protêkşênîzm: Her kes ji xwe re

 

Siyaseta protêkşênîstî bi wê core siyaseta hikûmetan tê gotin, ku tekezî li ser aboriya navxweyî dike û guh nadin alîkariya navdewletî bo bazirganî û aborî. Di encamê de jî bandora rasterast dike ser pêwendiyên navdewletî û lawazbûna wan.

 

Trump dibêje: “Yekem car Amerîka”, ew karê Trump bûye sedema çêbûna aloziyê di navbera Amerîka û hevpeymanên wê yên herî giring de. Niha Amerîkayê li gel piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê pirsgirêk hene, li gel Çînê jî gelek ji caran zêdetir e. Ev siyaseta protêkşênîstî ya Trump bandor li siyaseta derve ya wî welatî çê kiriye. Weke carên berê, siyaseta derve ya Amerîkayê li ser nirxên cîhanî nehatiye avakirin û destwerdanê di dosyayên demokrasî û mafên mirovan ên welatên din de nake. Bo mînak, niha reftara Waşingtonê li gel Siûdiyê li ser wê esasê nîne, ku Sidûye heta çi radeyekê dikare mafên mirovan biparêze yan çalakvanên girtî azad bike, berovajiyê wê yekê dostaniya wan li ser wê esasê ye ku heta çi astî Siûdiye dikare bi milyaran dolar xerc bike bo xizmetkirina siyaseta protêkşiyonîsyî ya Amerîkaya Trump. Niha ji Amerîkayê re ti giring nîne, ku li Enqerê, Riyaz û Qahîreyê rêz li demokrasiyê tê girtin, lê belê ew giring e ku heta çiqasî ew welat amade ne, li nav Amerîkayê derfetên kar bo amerîkiyan çê bikin, eger li ser hesabê welatiyên wan bi xwe be jî.

 

Brîtanya jî bi derketina ji Yekîtiya Ewropayê û qonaxa piştî Brexitê, bêguhdan bi berjewendiyên Ewropayê, karûbarên xwe rêk dixe û ji bo aboriya xwe çi girin be, dike û dixwaze bi her awayekê bêyî ku zirareke mezin bide, ji Yekîtiya Ewropayê derkeve. Bo wê jî Brîtanya, ne Brîtanyaya caran e ku di xema karê navdewletî û mafên mirovan de be, niha baştirîn pêwendî heye li gel Siûdiyê û Tirkiyê. Her du welatan jî weke du pêgehên giring ên aborî ji xwe re dibîne, her weke Amerîkaya Trump, Brîtanyaya Theresa May jî ber bi protêkşênîzmê ve diçe.

 

Ew dûrketina Amerîka û Brîtanyayê bûye sedema lawazbûna Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa û tevahiya rêxistinên din ên navdewletî, çimku ti demî siyaseta protêkşênîst hevkariya çêbûna alîkariya navdewletî û bazirganî û mirovî nake.

 

Di nava Yekîtiya Ewropayê de jî bi corek ji coran, weke berê hevkariyên navbera lîberal demokratan nemaye, her kes zêdetir di xema xwe de ye. Almanya li gel piraniya welatan li ser mijara koçberan nakok e. Frasa weke caran pasîv nîne û piştî hatina Emmanuel Macron dixwaze li derveyî Yekîtiya Ewropa jî giraniya xwe hebe û bi wê pêkhateya klasîk a niha ya Yekîtiya Ewropayê jî razî nîne.

 

Encamên hilbijartinên Îtalya û Nemsa jî derxistin holê ku xelkê wê ji rewşa Yekîtiya Ewropayê û berhemîn lîberal demokratan û dije protêkşênîstan gelek razî nînin. Ev ji hev veqetiyan û dabeşbûna cîhanê û lawazbûna lîberal demokrasiyê careke din bûye sedema çêbûna hikûmeta bihêz li welatan.

 

Raporta salane ya Korbenda Davosê ku salane ji aliyê hezar pispor û lêkoleran vet ê amadekirin, bo sala 2018ê behsa komek rîskan li vê cîhana ji hev veqetiyayî dike. Raport behsa wê dike, ku cîhan ber bi pircemseriyê ve diçe û cemserên klasîk namînin.

 

Damezrandina hikûmeta bihêz ji aliyê dewletan ve yek ji taybetmendiyên vê serdemê ye, vêca hinek bi rêya demokrasiyê û hinek jî bi rêbazên nedemokratîk. Donald Trump li Amerîkayê dixwaze hemû tişt li Koşka Spî be û li Koşka Spî jî li cem wî bi xwe be. Piştî ji kar dûrxistina Tillerson, Trump got ku ew dixwaze kabînyek hebe ku li gel wî bigunce û nêrîna ciyawaz têde nebe.

 

Li Çîna rikebera Amerîkayê jî Xi Jinping xwe weke serokê heta hetayî nasandiye, çînî di wê baweriyê de ne, ku di vê serdema rikeberiyê de çênabe ku mijûlî guhertina serok û lawazkirina hikûmeta xwe bin. Li aliyê din jî Vladimîr Putin ê serokê Rûsyayê bi hilbijartineke gumanbarî rêjeya %75ê dengan bi dest anî û selimand ku qeyser ew e. Li Tirkiyê jî Recep Tayyip Erdogan hemû rojê dixwaze biselimîne (îsbat bike) ku yek kes biryarder e û hikûmet divê li Tirkiyê hemû tiştek be. Li Hindistan û Fransayê jî hikûmetên vê carê ji hemû demên pêştir desthilatdsartir in.

 

Konsêpta hikûmeta bihêz û siyaseta protêkşênîzm li gorî Davosê dibe sedema aloziyeke zêdetir di sala 2018ê de, ew jî bi vî awayî:

 

Yekem: Eger her hikûmetek di fikra mezinkirina hêza xwe de be, wê demê hêdî hêdî karê rêxistinên navdewletî û di serî de jî Netewên Yekgirtî ber bi lawazbûnê ve diçe û felç dibe. Herwiha weke ku me dît, Brîtanya jî bi çi awayî Yekîtiya Ewropayê lawaz kir, ku London di wê baweriyê de ye, ku bi xwe hemû tişt e û pêwîstiya wê bi ti kesî nîne.

 

Duyem: Hikûmetên bihêz dibin sedema wê yekê ku ektorên nedewletî yên weke Kurd zêdetir bibin qurbanî.

 

Sêyem: Ev corê ji desthilatdariyê dibe sedem ku ew welat bi wê yekê nesekinin ku tenê xwe bihêz bikin, lê belê destwerdanê di karûbarên welatên din de dikin û dixwazin li wan deran jî grûpên xwe hebin, bo wê jî Lubnan û Lîbya û Sûriye mînak in.

 

Çarem: Hikûmeta bihêz bi wê nasekine ku ektorên nedewletî qurda bikin, lê belê ew welatên biçûk jî dixin metirsiyê û nahêlin bi awayekê serbixwe tevbigerin. Qeter welatekî bihêz û dewlemend e, lê belê çimku biçûk e, niha bûye armanca hikûmetên bihêz ên cîranên xwe û bûye dûvikê welatên din ên bihêz.

 

Li aliyê din îsal konfransa ewlehiya Munîxê behsa komek rîsk û xeteran dike ku di encama lawazbûna hevkariya navdewletî de derdikevin holê ku ev in:

 

Yekem: Li hember wê valahiya ku Amerîkaya Trump li cîhanê çê kiriye, Çîn bi stratejiyeke mezin ve hatiye nav bazara cîhanê û di 2018ê de dê şerê bazirganî yê bi Amerîkayê re bibin asteke mezintir ji hemû demên din, ji bilî şerê bazirganî, şerê kontrolkirina cîhana teknolojiyê jî di navbera Amerîka û Çînê de berfirehtir dibe.

 

Duyem: Aloziyên jeopolîtîk berdewam dibin, bi taybetî li gel Koreya Bakur û herwiha neseqamgîriya li Iraq û Sûriyê berdewam dibin. Bi corekê dibin sedema dûrketina zêdetir a aktorên navdewletî.

 

Sêyem: Kevtina rêkevtinên mezin ên weke NAFTA û çêkirina krîza mezin a aborî bo welatên beşdar bi taybet jî Meksîk.

 

Çarem: Fişaran li ser Îranê zêde dike û wî welatî neçarî paşveçûnê dike li Iraq, Lubnan û Sûriyê.

 

Pêncem: Di sala 2018ê de saziyên siyasî û aborî li cîhanê zêdetir lawaz dibin û pirs li rewatiya wan tê kirin. Ew jî dibe sedem ku gelek pêşbîniyên derbarê guhertinên aborî û siyasî rast dernekevin.

 

Şeşem: Metirsiya serhildana popolîzmê ji ber îslamiyan li Îndenoziyayê û Malayziyayê dibe sedema aloziyan û herwiha nasyonalîzm li Hindistanê.

 

Heftem: Terora grûpên wele Elqaîdeyê ku hêj li Afrîqayê bihêz e, dibe sedema metirsiya zêdetir bi taybet ku cîhan ji hev veqetiyaye.

 

Kurd di cîhana protêkşênîst de

 

Di cîhaneke wisa ji hev veqetiyayî de, dewletên biçûk û lawaz, nikarin berjewendiyên xwe biparêzin. Herwiha bi tenê nikarin xwe ji masiyên mezin jî rigzar bikin, ji ber wê jî ji bo Kurd weke aktoreke nedewletî gelek zehmet e û divê di vê qonaxê de têbigihe, berî ku ti pêngavan bihavêje.

 

Beşek ji qurbanîbûna Kurd bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê vedigere ji bo wê yekê ku li şûna cîhaneke lîberal demokrat şerê DAIŞê kir, lê belê çinîna berhema wê kete destê cîhana protêkşiyonîst, ji ber wê jî Kurd du caran bû qurbanî. Hemû kes ew yek li bîr e ku Barak Obama yê serokê berê yê Amerîkayê çawan li ber xatirê parastina Hewlêrê hêz livand û Kurd parast û Iraq jî bi wê yekê hat parastin, Obama serokê cîhaneke lîberal demokrat bû ku baweriya wî wisa bû ku ew yek erkê Amerîkayê ye, weke zilhêzekê kêmîneyan biparêz e û heta ku dikare bêdeng nebe li hember binpêkariyên mafên mirovan, lê belê Kurd di serdema Trumpê protêkşênîst de, ji vê yekê bêhêvî ye berhema xebata xwe werbigre.

 

Ya ku kurdan di encama bi dehan salên xebatê de bi dest anîbû, di heyameke kurt de ji dest çû. Eger hêj cîhana lîberal demokrat bimaba, renge gelek kêmtir ji niha Kurd biba qurbanî. Herî kêm eger rêveberiya Obama bimaba, renge rê nedaba ku Kurd li Başûrê Kurdistanê neçar be ku ber bi referandumê ve biçe.

 

Nexwandina pêwendiyên navdewletî, Kurd li Başûrê Kurdistanê xiste ber metirsî û xetereke mezin. Serederiya cîhanê ligel Kurd di warê ewlekariyê de bo şerê DAIŞê, serkirdeyên Başûr tûşî xwebayîbûneke (xirûreke) siyasî kir û xwestin bilez bikin destkevtên siyasî ji xwe re. Ev xwebayîbûn bi şêweyekê bû ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê digotin, mafê Amerîkayê nîne ku destwerdanê di karûbarên Kurdistanê de bike. Desthilatdarên Başûr bi şêweyekê hevkêşeyên herêmî li wan aloz û têk çûbû, ku di vê baweriyê de bû, Iraq bi dawî hatiye, Tirkiye û Îran jî li hember statuyeke Kurdî de nikarin tiştekî bikin. Eger gotina Recep Tayyip Erdogan ê serokê Tirkiyê rast be, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê referandumê de ti şêwir bi Tirkiyê re nekiriye, ew yek karesat e. Di demekê de ku Hewlêrê hemû hêkên xwe xistibûne nava sebeteya Enqerê.

 

Li Rojavayê Kurdistanê jî hêzên Kurdî yên ser bi PKKê ve di destpêkê de lîstikeke siyasî ya baş kirin, bi nêzîkbûna ji Amerîkayê û careke din Kurd kirine ektorekî giring li Sûriyê, lê belê li wê derê jî xwebayîbûna siyasî û nexwandina hevkêşeyên navdewletî, karesata Efrînê û şikestina heybeta Kurd jê çê bû. Amerîkayê gelek hewl da ku YPG xwe ji PKKê dûr bigre, erger ku bi awayekê şiklî be jî, lê belê wan ne tenê guh neda Amerîkayê, belku hinek caran bi xwebayîbûnekê ve berpirsên YPGê ji amerîkiyan re digotin, eger ew nerazî ne, dê biçin ligel Rûsyayê. Herwiha bi tehrîkkirina Tirkiyê û Rûsyayê û nedîtina xwe weke aktoreke nedewletî, Kurd li Sûriyê jî bû qurbaniyê hevkêşeyên navdewletî û cîhanê bi peyva şermezarkirinê jî berevanî li ketina YPGê li Efrînê nekir, ku bi hesab hevpeymaneke sereke ya şerê DAIŞê bû. Di encama nexwandina pêwendiyên navdewletî de, YPG kete nav gêjavekê de ku hildana alên Amerîka û Rûsyayê û heta bilindkirina wêneyên Esed jî negihîşte hawara wê.

 

Li Bakurê Kurdistanê mînakeke serkevtî ya bê mînak bi serokatiya Selahedîn Demirtaş di hilbijartinên 2015an de derkete pêş. Bidestxistina 80 kursiyan û bidestxistina deng li seranserê Tirkiyê, serkevtineke dîrokî bû bo kurdên Bakurê Kurdistanê, ti kesî pêşbîniya wê nedikir, ku li Tirkiyeya nû, Tirk deng ide xortekî Kurd ji bo serokatîkirina welatê wî. Ew modêla Demirtaş pêwîstî bi dehan lêkolînan heye, lê belê nehêlan ku ew model berdewam be. Hikûmeta Tirkiyê ji wê yekê çend berpirs be, xwebayîbûna PKKê jî bi heman qasî berpirs e. PKKê di demekê de ku Demirtaş Tirkiye hejandibû, êrişên xwe li Bakurê Kurdistanê zêde kiribûn, bi corekê ku xelkên tirk ji Demirtaş aciz dikir. Ew yek bû sedem ku di hilbijartinên duyem de ku di sala 2015an de birêve çû, HDPê gelek deng ji dest dan.

 

Rojhilatê Kurdistanê û aliyên siyasî yên wê, reng e li benda wê yekê bin ku Amerîka derbekê li Îranê bixe, bi taybet piştî hatina tîma nû ya Asayişa Niştimanî û guherîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tê çaverêkirin ku Amerîka eger bi awayekê rasterast nebe jî, di şeş mehên dahatî de dervekê li Îranê bixe, bi taybet liq û baskên wê li Iraq, Sûriye û Lubnanê. Ya ku divê were gotin, ev e ku divê aliyên rojhilat tenê temaşeyê beşên din bikin û dersan werbigrin û şaşiyan dubare nekin.

 

Kurd divê çi bike?

 

Yekem: Di vê serdema nû de û bi têgihîştina ji pêwendiyên navdewletî, divê Kurd dest ji xeyala şerkirin li gel dewletan bihîne, vêca eger Enqere yan Bexda yan jî Tehran be. Taze derket holê ku civaka navdewletî guherîna sînoran qebûl nake û dewleteke nû di vî demê niha de nemumkin e (mehal e), bi taybetî ku eger bi rêya xebata çekdarî be. Kurd pêwîstî bi dîtina xalên hevbeş li gel wan paytextan heye, bi taybetî di aliyê aborî de. Me hemûyan dît ku di wan çend salan de ku pêwendiyên Hewlêrê li gel Enqerê zêdetir rûyeke aborî hebûn û xalên hevbeş dîtibûn, Kurdistanê çi avedaniyek bi xwe ve dît û behsa wê yekê dihat kirin ku çawan bibe weke Dubayê, lê dema ku me hevbeşiya xwe kire siyasî û nasyonalîstî, ew hate sere me ku Herêma Kurdistanê ji nîvçedewletekê ve bû bi herêmeke lawaz di destê Bexdayê de.

 

Duyem: Serederîkirin li gel destkevtan bo parastina wan nek ji bo berfirehkirina wan li ser hesabê kesên din. Ji bo statuya Kurdî ev giring bû ku destkevt werin parastin, ne ku bi awayekê xwebayîbûn reftar were kirin. Kurd li Başûr li berdêla referanduma li Kerkûkê, diviyabû hizir li wê bikiriba ku çawan mînakeke baş a rêvebirinê li vî bajarî pêşkêşî pêkhateyan û civaka navdewletî bike. Li Rojava diviyabû Kurd li şûna şewitandina malên kadroyên partiyên din ên Kurdî, hizir li wê bikiriba ku çawan bikaribe kantonan ji rûxanê biparêze û nebe gef bo ser ti kesî û li şûna Qendîlê şer neke. Li Bakur diviyabû Demirtaş di nava hikûmetê de ba û beşdarî kabîneyê bikiriba, ne ku bajar bi bajar bigerin bo lêdana xeneqan û qaş ku xweseriya demokratîk ava dikin.

 

Sêyem: Kurd ligel karestan herdem enîşka wê dişkê û dest dike bi tohmetlêdanê û kêmtirîn dersê jê wernagire, yan berpirsatiyê nagire ser xwe. Piraniya deman di bin hinceta xiyanet û gotinên weke tirk û fars li dijî Kurd in, şaşiyên xwe ji bîr dibe. Kurd divê rûpeleke nû veke û hemû hewlên wê ji bo parastina wê statuyê be ku niha maye. Kerkûk û Efrîn li ber çavên hemû kurdan çûn, li şûna ku heta çend salên din behsa wê yekê were kirin, ku kî xiyanet kir û kî nekir, baştir e ku behsa wê yekê were kirin, ku bi çi awayî Hewlêr û Silêmanî û Qamişlo biparêzin û welatî bi kêmirîn zirar ji wan guhertinên herêmî derkevin.

 

Çarem: Elîta siyasî ya Kurd divê zêdetir hest bi berpirsatiyê bike û ji keşûhewayeke popolîstî û înadiyê were derê. Destkevt ji hemûyan diçe, ne tenê aliyekê diyasrkirî. Li Efrînê tenê wêneyên Ocalan nayên jêbiirn, belku peykerê Kawayê Hesinkar jî tê şikandin û têxin be rpiyan. Divê bi awayekê berpirsyar serederî were kirin, dema ku Tirkiye gefê li Silêmaniyê dike, bi postên facebook û ecibandin û rûtişkirin û hêrskirinê, Enqere nayê sekinandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û opozisyon bi hişmendî û aqilane tevbigerin û waneyan werbigrin, ku tehrîkkirina dewletên navçeyê bi ziyana kurdan temam dibe.

 

Di dawiyê de Kurd niha di cîhandekê de ye, ku serkirdeyên protêkşênîst welatên mezin birêve dibin, ji ber wê li şûna bendewariyên bê encam ji civaka navdewletî, divê Kurd bizane ku bi xwe çî ye û çi dike û dikare çi bike. Kurd divê bizane ku ektoreke nenavdewletî ye û her pêngavek bêyî têgihîştina ji hevkêşeyên herêmî dê bibe sedema karesatan û li şûna xewnên siyasî, baştir e ku di vê qonaxê de hevbeşên xwe yên aborî li gel aktorên herêmî û navdewleî bibîne. Kurd eger ku bixwaze dostên wê li cîhanê berdewam bin, divê hizir li wê bikin, ku saziyên xwe şaristanîtir û demokratîktir bikin û bibin faktorê demokrasî û vebûnê, li paytextên wan welatên ku têde dijîn, ne sedemek ji bo neseqamgiriya siyasî.