ŞINGAL - YBŞê Xanesor radestî Heşda Şeibî kir

29-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şingal Xanesor YBŞ PKK Heşda Şeibî Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku bi ti awayî razî nedibû, hêzên pêşmerge derbasî deverên Şingalê yên di bin kontrola wan de bibin, bajarokê Xanesorê radestî Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê kir. Fermandeyê pêşmergeyên êzidî Qasim Şeşo jî dibêje, hêzên Iraqê bi rêkevtina li gel PKKê û YBŞê hatine sînorê Şingalê û got, ku ew hêz ji bo xirabkirina Şingalê û cihên Kurdên Êzidî çûne wê deverê.

 

Pitî ku PKKê di 23ê vê mehê de bi daxuyaniyekê ragihand, ku dê gerîlayên xwe ji sînorê Şingalê vekişîne, hikûmeta Iraqê hêzeke mezin a artêşê û Heşda Şeibî ber bi wî sînorî ve şand û ew li Şingalê bicih kirin.

 

Çûna wê hêza mezin a Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê rastî nerazîbûna civaka Kurdên Êzidî û pêşmergeyên Êzidî hatiye.

 

Fermandeyekî pêşmergeyên Êzidî rexne li hikûmeta Iraqê û bicihbûna hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê li sînorê navçeya Şingalê digre û dibêje, “ew hêz ji bo parastina xelkê Êzidî nehatine, lê belê ew hatine ku cihên din ên êzidiyan ku hêj li ser piyan mane, xirab bikin”.

 

Fermandeyê pêşmegeyên êzidî, Qasim Şeşo herwiha rexne li PKKê jî digre û dibêje, “wan bi hikûmeta Iraqê re rêkevtin kiriye, daku ew hêz bêne Şingalê û li wir bicih bibin”.

 

Qasim Şeşo dibêje: “Wan rêkevtin kiriye, ku ew artêş careke din Şingalê xirab bike, derbasî nav komelgehan bûne, lê me digot renge sînoran kontrol bikin, ku terorîst û qaçaxçî neyên û neçin. Ew bû 3 roj ku bi sedan terorîst ji Sûriyê ve derbasî axa Iraqê bûne. Ew hêz hatine parastina gundên ereban bikin û bêrêziyê li êzidiyan bikin. Hatine çiyayê Şingalê, daku tişta ku mayî jî xirab bikin. Ew nehatine ku PKKê derxînin, hikûmeta navendî derewan dike”.

 

Xanesor heman ew cih e ku pêştir li wê derê di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên YBŞê yên girêdayî PKKê de şer derket, dema ku hêzeke 500 kesî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser fermana wezaretê dixwast ji wê bajarokê ve derbas bibin, daku li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bicih bibin û rê li derbasbûna terorîstan bo nav axa Başûrê Kurdistanê bigrin.

 

Wê demê gerîlayên PKKê û çekdarên grûpên din ên girêdayî PKKê yên li Şingalê rê nedan ku hêzên pêşmerge derbas bibin û di encama de şer di navbera wan de derket. Di wî şerî de 7 çekdarên YBŞê hatin kuştin û hejmarek ji wan jî weke êxsîrên şer ketin destê pêşmerge, lê belê piştî çend rojan hêzên pêşmerge ew êxsîr ku xelkê êzidî yên deverê bûn, di merasîmekê de radestî malbatên wan kirin.

 

Geşedanên li Şingalê û ragihandina vekişîna gerîlayên PKKê û bicihbûna hêzên Iraqê li wê derê piştî cidîbûn û tundbûna gefên Tirkiyê bo destpêkirina operasyoneke li dijî PKKê li Şingalê çê bûn.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çed roj berî niha gefa wê yekê xwaribû, ku eger Iraq PKKê ji Şingalê dernexîne, Tirkiye dê operasyoneke serbazî li Şingalê jî bide destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst