Jiyan hêdî hêdî vedigere Şedadî

Şedadî (Rûdaw) - Piştî ku beşekî mezin ji xelkê bajarokê Şeddadiya Hesekê vegeriya ser mal û milkê xwe, jiyan hêdî hêdî vedigere wî bajarokî.

Li gorî berpirsên Şedadî, %40 xelkê vegeriyane malên xwe. Xizmetên seretayî û xetên telefonan jî hatine amadekirin. Herwiha firne jî tên amadekirin ji bo nanê xwarinê  ji xelkê re peyda bike û milet birçî nemîne.

Ev dîmenê zarokên bajarokê Şeddadî li başûrê Hesekê ne, ku piştî kontrolkirina wî ji aliyê hêzên Sûriyeya Demokratîk ve û derxistina wî ji destê çekdarên DAIŞê, beşek ji xelkê wî vegeryane ser mal û milkê xwe.

Li gorî zanyariyên berpirsên bajarok, %40 nişteciyên wî vegeriyane, lê çavên xelkê li xizmetan e û piştî wêrankirina bajarok li ser destê çekdarên DAIŞê, dixwazin ku destê alîkariyê bighêje wan.

Zarok dilxweştirîn kesên vegeryayî ne, ew bêtirs û bi aramî dilîzin.

Jin jî dixwazin ji dukanan nanekî peyda bikin û ev firne jî ji bo nanpêjiyê tê amadekirin.

Nanpêjê firnê Mihemed Elî wiha dibêje: "Me dest bi kar li firnê kiriye da ku bikaribin beşekî ji pêwîstiyên xelkê peyda bikin."

Xelkê Şedadî biryar dane ku alîkariya hev bikin û dest bi jiyaneke nû bikin. Hêlên pêwendiyê û xizmetên seretayî hatine dabînkirin û bajarok hin bi hin weke berê vedigere.

Yek ji nîşanên vegera aramiyê li bajarok, destpêkirina dewamê dibistanan e, ji ber ku bi gotina berpirsan û xelkê Şedadî dibistan û fêrkirin tiştekî pirr girîng e û ew maf li destê xelkê vegeryaye. Piştî bêhtirî salekê, zarokên Şedadî vegeriyan dibistanan û dest bi xwendinê kirine.

Nişteiyê bi navê Ferhan Mislih jî wiha got: "Gellek xelk vegeryane Şedadî, sipas ji xwedê re, rewşa Şedadî baş û aram e, em hemû azad in. Emê dibistanan vekin û înşallah her tişt baş dibe."

DAIŞ bi tundî berevanî li Şedadî dikir, lê nikarîbû xwe li ber hêzên Sûriyeya Demokratîk bigre. Piştî kontrolkirina bajarok, ew ji mîn û bombeyan hat pakkirin û niha piştî talî û nexweşiya şer, xelk careke din dest bi jiyana xwe ya normal dikin.

Bajarokê Şedadî, nêzîka 60 kîlometroyan li başûrê Hesekê dikeve. Ew xwediyê cihekî girîng e çimkî dikeve navbera Hesekê û Dêrezorê û ji bo operasyonên bên li dijî DAIŞê xwediyê cihekî stratejîk e.