Li Amûdê ji bo çalakiyên zarokan navendek hat vekirin

29-03-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê komekê ciwanan navendeke biçûk ji bo zarokan vekiriye û ew navend bi erkê perwerdekirna zarokan radibe, wan zarokan fêrî lêdana amûrên mûzîkê, dîlan û lîstka şetrencê dike.

Li bajarê Amûdê komekê ciwanan navendek biçûk ji bo giringîdan bi zarokan vekiriye, ew kom bê alîkariya ti dezgeh yan rêxistinekê, bi erkê perwerdekirina zarokan radibe û wan fêrî jenîna amûrên mûzîkê, dîlan û lîstika setrencê dike, herweha ew bi hinek çalakiyên din jî radibe.

Li vê navendê rahênerên taybet hene û zarokan fêrî jenînê li ser çend amûrên cuda yên mûzîkê wekî tenbûr, keman û gîtar dikin.

Rahênera jenîna gîtarê wiha dibêje: “Gîtar amûreke nû ye di civaka me de û ew yek ji amûrên rojavayî ye û kêm di nav mûzîka navçeyê de dihat bikaranîn, lewra hinek zehmetî li pêşiya zarokan derdikeve heya fêr dibin. Di destpêkê de ez jî bi zehmetî fêr bûm, lê niha zarokên vê navendê pêşdikevin û jêhatî ne.”

Ji bilî girngîdan bi mereqên hunerî li cem zarokan, ev navend zarokan fêrî lîstika setrencê jî dike û herweha kilîpan ji bo zarokan amade dike.

Serpereştiyara navendê, Buşra Şêxê jî wiha got: “Navenda me di gellek waran de çalakiyan dike. Niha em karê wênegirtina kilîpekê ji bo zarokan dikin û ew kilîp bi alîkariya Firensa ye. Herwiha me maratonek bi beşdariya 300 zarokan dest pê kir, û ev yekem car e ku çalakiyeke wiha li ser astê bajarê Amûdê çêdibe. Emê çalakiya wênekêşiya li ser dîwaran jî dest pê bikin.”

Serpereştiyarê navendê Aram Ebdê got: “Ev bû nêzîkî salekê ku ev navend hatiye vekirin û dest bi çalakiyên xwe kiriye, lê mixabin heya niha ne ji rêxistinên xêrxwazî û ne ji rêxistinên din ti aliyekî alîkariya vê navendê nekiriye. Em bi keda xwe bi van çalakiyan radibin.”

Tevî dijwariya rewşa giştî li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û rewşa şer û buhabûna pêdiviyên jiyanê, lê dîsa jî ew zehmetî nikarin rê li ber ciwanan bigrin, ku çalakiyên wiha û gellek corên din yên çalakiyan bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst