Li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hat kuştin

29-02-2024
RÛDAW
Li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hat kuştin
Li Silêmaniyê kesekî ji Bedlîsê hat kuştin
Nîşan Sabrî Toprak Silêmanî Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, li ber xwaringehekê kesek hat kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Erkan Elî ragihand ku li Silêmaniyê kesekî 35 salî li ber xwaringehekê hat kuştin.

Tîmên tenduristiyê termê wî kesî bir Tiba Edlî ya Silêmaniye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê bi dest xistine, navê wî kesî Dr. Sabrî Toprak e û li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku Sabrî Toprak ev 12 sal in li Silêmaniyê dijî û Rêxistina Karkeran a Mezopotamyayê bû.

Ev heyameke dirêj bû Sabrî Topbrak li nexweşxaneyke taybet a Silêmaniyê kar dikir û bavê sê zarakon bû.

Heta niha kujer nehatiye girtin, hêzên ewlehiyê ji bo girtina kujer ketine tevgerê.

Herwiha hat zanîn ku derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst