Êrişî Yekîneyên Parastina Şingalê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şingalê bi dronê êrişî otomobîleke Yekîneyên Parastina Şingalê hat kirin.

Rêvebirê nahiyeya Sinûnê ya qezaya Şingalê Xudêda Çukê ji Rûdawê re got:

“Îro piştî nîvro li gundê Qesirkê yê navçeya Wirdiyeyê bi dronê otomobîleke Yekîneyên Parastina Şingalê hat armanckirin.”

Ew cihê ku êrîş lê hatiye kirin dikeve nahiyeya Til Uzêrê ya qezaya Beaceyê ya parêzgeha Nînowayê.

Li gorî agahiyên ku Xudêda Çukê dane, kesên ku bûne hedefa êrişê rakirine Nexweşxaneya Şingalê.