Parlamentera DEM Partiyê: Wan ne li paş maye, li paş hatiye hiştin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di axaftineke xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bal kişand ser pirsgirêkên li parêzgeha Wanê.

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê ragihand ku ciwanên Wanî ji ber bêkariyê koçî bajarên Tirkiyeyê dikin.

Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku her meh hinek karkerên sektora avahîsaziyê dema kar canê xwe ji dest didin.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît doh di Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê de derbarê beşek ji pirsgirêkên li parêzgeha Wanê axivî.

“Li paş hatiye hiştin”

Sayyîgîtê ragihand, Wan ne yek ji wan parêzgehan e ku di warê geşedanê de li paş mayê lê bi zanebûn li paş hatiye hiştin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê bi bîr anî ku herî dawî li Stenbolê ciwanekî Wanî yê bi navê Azad Çelîk li ser kar canê xwe ji dest daye.

Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bang li hikumetê kir ku bo ciwanên Wanî li bajarê wan derfetên kar bên dabînkirin da ku neçar nemînin koçî bajarên Tirkiyeyê bikin.

Wan yek ji wan parêzgehan e ku rêjeya bêkariyê li wan gelekî zêde ye.

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêkarî bi rêjeya 19,2yan herî zêde li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê heye.

“Xwarin nakele, selik vala mane”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê di axaftina de xwe got:

“Ev yek gelekî eşkere ye. Demên dawî bêkarî zêde bûye, ked bê nirx bûye û xebata bêsîgorte berbelav bûye.

Xwarin nakele, selik vala mane û mal nehatine germkirin.

Di vê pêvajoyê de pêdiviyên sereke yên wekî hewînê bi taybetî li bajarên mezin bûne luks.

Desthilatê ya ku bi kevçiyan daye kesên ku mûçeyên herî kêm werdigirin, malnişîn û fermanberan, careke din bi çemçikan ji wan standiye.

Di vê pêvajoyê de newekheviya di navbera deveran de jî zêdetir bûye.

Devera min a hilbijartinê Wan, ew cografya ye ku Kurd lê dijîn, sed sal in ji ber vê yekê dinale.

Binêrin heta duh ciwanekî me yê ji navçeya Çardêranê ya Wanê dema li bajarekî dûr dixebitî, ji avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.

“Rêjeya bêkariyê zêdeyî ji sedî 50î ye”

Hema bêje em her meh nûçeyeke mirina ciwanên Wanê dibihîsin ku yên ku li bajarên din dixebitin.

Mixabin ji ber ku li Wanê rêjeya bêkariyê ya rast zêdeyî ji sedî 50î ye, me di du salên dawî de herî kêm sed mirovên xwe dema li bajarekî dûrî Wanê dixebitin, di cinayetên kar de ji dest dane.

Derfetên kar nînin, ajeldarî û çandiniyê îflas kiriye.

Wan bajarek e ku nifusa wî ciwan e. Pêdiviya me bi sîstemeke wiha ye ku mirov li cihê ku lê ji dayik bûye bixebitin û bijîn lê mixabin di modela aboriyê ya AKPyê de hejarî, nebûn û qedexe wekî daralînkê her derê dorpêç dike.”