Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê midîbûsa Rêveberiya Şaxa Hêza Çewîk a Rihayê, li zarokeke keç û meta wê da û di encamê de keça 9 salî canê xwe ji dest da.
Meta wê ya 31 salî jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan îro li navenda bajêr dema zarokeke keç û meta xwe dixwestin ji aliyekî rê derbasî aliyê din bibin midîbûsa hêza ewlehiyê li wan da.
Di encamê de her du birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûne cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê zarok û meta wê birin nexweşxaneyê.
Lê tevî hemû midexaleyan keça bi navê Zeynep Eren a 9 salî canê xwe ji dest da.
Herwiha dermankirina meta wê jî berdewam dike.
Hat ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Beriya niha jî hinek bûyerên bi vî awayî çêbûne ku derbarê wan lêpirsîneke kûr nehatiye kirin an jî berpirsên bûyeran nehatine cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse