Parlamenterê HUDA PARê: Rêya me rêya Mela Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed e

29-02-2024
RÛDAW
Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Partiyê Serkan Ramanli
Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Partiyê Serkan Ramanli
Nîşan HUDA PAR Êlih Hilbijartinên Şaredariyan Mele Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê û Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli ragihand ku  ew li ser rêya Şêx Seîdê Pîran, Mele Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed dimeşin.

Namzedê Serokê Şaredariya Êlihê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Partiyê Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî beşek axaftinên xwe yên di mîtîngeke xwe de belav kir.

Serkan Ramanli di axaftina xwe de navê çend serok û rêberên Kurdan ên wekî Mela Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed û Şêx Seîdê Pîran anîn ziman.

Ramanli ew kes wek kesên pêşeng bi nav kirin û got:

“Wan rehberî, rêzantî û pêşengtiya gelê xwe kir. Rê diyar e û rê rêya Îslamê ye.”

Serkan Ramanli herwiha ragihand ku ew wek HUDA PAR xwedî li çand, dîrok, nasme û zimanê Kurdî jî derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst